
Bi hatina biharê re li navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê pincarên ku ji bo tendirustiyê derman in ji aliyê walatiyan ve li cihên bejahiyî tên komkirin û li navenda bajar li ser dezgehên bazaran tên firotin. Pincarên wek pûng, ardû, sterk, gulik û kerengê yên ku li Geverê li ser dezgeyên li kolana Cengîz Topelê hatine vedan tên firotin bi tahm û şîfaya xwe li ser sifreyên welatiyan jî cihê xwe digirin. Esnafên ku bi firotina pincaran debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber operasyonên leşkerî yên li herêmê di warê komkirina pincaran de jî rastî zehmetiyan tên û ev pincar bi kedeke mezin tên komkirin û li ser dezgeyan cihê xwe digirin.
COLEMÊRG