Cejna ku mizginiya rojên xweş e, ji bo Kurdan ji ber zext û zorên dagirkeriya dewleta Tirk, îsal bi xemgînî derbas dibe. Lê zarokên Kurdan bi hest û hezkirinên xwe yên zarokatiyê di vê cejnê de jî hesabê şekirên xwe dikirin. Wekî her tim poşetên xwe girtin û mal bi mal ji mezinên xwe şekir xwestin.          

Li Kurdistanê her çiqasî mîna berê nebe jî, çanda pîrozkirina cejnê hîna jî dewam dike. Zarok, niha li şûna poşetên/kîsikên reş, di poşetên rengîn de şekiran kom dikin. Di nava salan de, gelek tişt hatin guhertin, lê hîna jî kelecana cejnê di çav û dilê zarokan de qet kêm nebûhe. Rast e, rengê kîsikan guherî, lê kevneşopiya cejnê neguheriye.

 

MÊRDÎN