
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Kobanê bi awayekî bi heybet bi beşdariya xelkê bajêr li meydana bi navê Qada Şehîd Egîd hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê serê sibehê dest pê kir, bi axaftin û çalakiyên çandî heta êvarê dewam kir. Endama Koordînasyona Kongreya Starê, Sara Xelîl û Endama Konseya Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmet Hebîb di pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê yên li Qada Şehîd Egîd de axivî û diyar kir ku Berxwedana Kobanê hêza jinên Kurd nîşanî cîhanê daye.
Ji Kobanê heta Reqayê
Sara Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku jinan bi fikrên Ocalan gavên mezin avêtin û di Berxwedana Kobanê de jinên Kurd hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.
Hîkmet Habîb jî got, “Serfiraziya Kobanê hêza xwe ji îradeya gel werdigire û ji xeynî îradeya gel a xurt ti tişt nikare terorê têk bibe. Ji Kobanê hate destpêkirin, heta bi Reqayê vê dewam kir. Berxwedana Kobanê bingehên QSD’ê jî danîn.”
Habîb şervanên azadiyê yên gihiştine şehadetê jî bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dubare kir.
Saziyên xwedî ked û xebat hatin xelatkirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ku şahî organize kir, Saziyên ku roleke wan a aktîv di şerê Kobanê de hebû weke; Saziya Birîndarên Şer, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, TEV-DEM, Asayîş, xebatkarên kerta tenduristiyê û saziyên ragihandinê xelat kirin.
Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Rêveberiya Xweser a Girê Spî û Rêveberiya navçeya Sirînê jî ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê, peyamên pîrozbahiyê şandin.
Şahî bi stranên şoreşgerî û gelerî, her wiha bi govendên komên Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi dawî bû.
ANHA / KOBANÊ
Xelkê Efrînê roja cîhanî ya Kobanê pîroz kir
TEV-DEM´ê li Kantona Efrînê roja cîhanî ya Kobanê pîroz kir û da zanîn ku berxwedana Kobanê ji cîhanê re îsbat kir ku Kurd nabin qurbanên projeyên dewletên faşîst.
Li ser mijarê li navçeyên Şêrawa û Şera daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hat danezan ku armanca ji êrîşa li dijî Kobanê bidawîkirina dîroka Kurdan e û hat gotin, berxwedana Kobanê rastiya gelê herêmê vedibêje. Her wiha hat diyarkirin ku bi vê yekê Kurdan ji cîhanê re îsbat kir ku ew nabin qurbanên dewletên faşîst.
Di dewama daxuyaniyan de hemû cangoriyên azadiyê yên ku ji bo azadiya Ocalan û tevahî cîhanê canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku tevî planên dijmin, Kobanê bi saya felsefeya Ocalan bi ser ket.
Her wiha tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hat şermezarkirin û bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin da ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku destûrê bide bi Ocalan re hevdîtin bête kirin.
Şoreşa Rojava wê bi ser keve

Li Wargeha Mexmûr Roja Kobanê ya Cîhanê bi tevlîbûna gelê wargehê bi daxuyaniya çapemeniyê hat pîrozkirin. Daxuyanî danê sibehî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn, û beriya wê li sînevîzyoneke li ser Berxwedana Kobanê hat temaşekirin. Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Nûran Sezgîn daxuyanî da.
Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de got, "Dema Şoreşa Rojava bê pênasekirin wê bê dîtin ku destanek hatiye nivîsandin, di vê destanê de şehîd Arîn Mîrxan bû sembola tevahiya jinan. Ev destan jî bi saya şehîdên wek Arîn Mîrxan, Zehra Penaber, Viyan Peyman, ji wargehê jî gelek kes tevlî şoreşa rizgarkirina Rojava bûne û li cihên cuda yên Rojava cih girtine û şehîd jî bûne."
Nûran Sezgîn îşaret bi dewra Ocalan di Şoreşa Rojava de kir û got, "Di Şoreşa Rojava de pêngava destpêkirina rizgarkirina Şoreşa Rojava de Rêbertî bingeha wê beriya niha bîst salan danîbû. Gotina Serokatî ya digot, xeyalê min ê di nîvî de mayî azadiya jinê bû, ev jî di Şoreşa Rojava de diyar bû. Eger bixwazin li Rojhilata Navîn wekheviyek bê çêkirin, pêwîst e Rêbertiya me wek muxateb bê girtin, ji felsefe, paradîgma û fikrên Rêbertî sûd bê girtin."
‘Şoreş bi rengê jinê hat xemilandin’
Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Nûran Sezgîn di dawiya axaftina xwe de jî got. “Ji bo aramî li Rojava pêk were, her çar parçeyên Kurdistanê pêwîst e dest bidin hev, pêwîst e em xebatên xwe xûrttir bikin. Di Şoreşa Rojava de diyar bû ku xeyalên Erdogan ên der barê jinan de pûç bûn. Li Rojhilata Navîn ên bi ser bikevin, di serî de Rêbertiya me û gelên bindest ên mazlûm in."
ROJNEWS / MEXMÛR