Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, NAV-YEK’ê der barê Cejna Batizmî, ango Cejna Pîrê Alî de daxuyaniyek da.

NAV-YEK’ê li ser navê tevahî saziyên civakê Cejna Batizmî, Cejna Pîrê Alî û hemû cejnên derbasbûyî li civaka Êzîdî, bi taybet li Êzîdiyên Torê û Çêlkan, li gelê Kurdistanê, li gelên Rojhilata Navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêberê Gelê Kurd pîroz kir.

Bi hêviya rojên xweş azad

NAV-YEK’ê li ser wateya cejne îşaret bi van xisûsan kir: “Em dibêjin, ‘Xwedê rojî û xêra miriyên we qebûl bike.’ Çira Pîr Alî sala we ya nû ronî bike û ji nexweşiyên jiyanê dûr bixe. Di heman demê de em hêvîdar in Çira Pîr Alî bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan. Bi pîrozkirina vê cejna qedîm hûn bi zarok, ciwan û malbatên xwe, cejneke xweş û aram bijîn.

Bi daxwaza kerameta Pîr Alî li ser hemû Êzîdiyan bibe star û bi van bîr û baweriyan em careke din Cejna Batizmî li civaka Ezdayî û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin, bi giyana berxwedana li zindanên Bakurê Kurdistanê, bi lehengên berxwedana serdemê ya Efrînê li Rojava, li Şengalê û hemû qadên tekoşînê, tevlî pîrozbahiyên Cejna Batizmî bibin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN