Welatiyên Amedê diyar kirin ku cejnek din dîsa bi xemgînî û bi şînê derbas dikin. Welatiyan pertek nîşanî operasyonan dan û destnîşan kirin ku dewletê dîsa şahî û coşa wan vegerand şînê.
Li herêmê di meha rojiyê de jî operason ranewestiyan. Dijberî vê yekê di meha remezanê de hem operasyonên bejayî û hem jî operasyonên hewayî zêde bûn. Gelek leşker û endamên HPG'e di meha remezanê de jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Çekdarî ên Tirk li seranserî sînor operasyon pêk anîn û piştî teqîna Çelê ku 10 leşker mirin di 17'ê tebaxê de operasyona dersînor pêk anî. Di operasyona hewayî de bi sedan welatiyên Qendîlê mal, gund û zozanên xwe vala kirin. Di 21'ê tebaxê de di êrîşa hewayî ya balafinên Tirkiyeyê de 4 jê zarok 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li dijî operasyonên hewayî û bejayî meşa mertalên zindî hate lidarxistin. Di meşê de duh li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran bi bombeyên gazê û çekan êrîşî ser girsê kir û di bûyerê de Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan jiyana xwe ji dest da. Welatiyan anîn ziman ku berê jî cejna xwe di nava şînê de derbas kiribûn û niha jî dîsa dê cejna wan bi şînê derbas bibe.
Welatiyan, diyar kir ku ji ber geşedanên xemgîn û neyînî di nava şînê de û amadekariyên cejnê nakin. Esnafan jî anîn ziman ku ji ber van kuştin û operasyonan li Amedê şînek heye û ji ber vê şinê zêde dan û stendin jî çênabe.
Esnafê sûka Ofîsê Şeyhmus Alkan, diyar kir ku operasyon û kuştinên dawî coş û heyecana cejnê ji holê rakir û kêf ji wan re nehişt û wiha got: "Ev pevçûn û kuştin bandorek mezin li ser dan û stendinê dikin û welatî ji ber xemgîniyê amadekariya cejnê nakin. Îsal li gorî sala par welatî zêde danakevin sûkê û amadekariya cejnê nakin. Her roj li ser welatiyan bonbe dibare. Ji ber vê yekê coş û heyecana cejnê nemaye. Ev cejn li me kirin şîn."

'Kêfa cejnê çênabe'

Welatiyê ku li Herêma Federal a Kurdistanê karker e û ji bo cejnê hatiye Amedê Sadullah Selçuk, jî xemgîniya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ev çend cejne di nava şîn û heznê de derbas dikin. Selçûk, anî ziman ku li cihekî operasyon kuştin hebe li wê derê coş û heyecan cênabe û şîn heye. Selçûk, da zanîn ku ji ber şînê welatî tiştan ji xwe re nakirin û amadekariyê nakin û wiha got: "Ji ber vê yekê coş û kêfa cejnê tune. Welatî ji ber van bûyeran xemgîn in."

'Hêza mirovan a tiştan bistîne nema'
Esnafê bi navê Seyfullah Kurga, jî anî ziman ku welatiyên tên sûkê jî li dikanan digerin lê ji ber ku hêza wan tune dikan bi dikan digerin, lê tiştekî nastînin. Kurga, bilêv kir ku tenê pêdiviyên serekede distînin. Kurga, bilêv kir ku van operasyonên herêmê yên bi salan in didome welatî di aliyê aboriyê de jî têk biriye û êdî welatî nikarin alavên cejnê ji xwe re bistînin û wiha got "Cihê ku şer lê hebe dan û stedin lê çênabe."

'Di rewşek wisa de dê dan  û stendin çawa çêbibe.

Welatiyê bi navê Ganî Ekîn ji anî ziman ku li cihê ku şer, pevçûn, kuştin û operasyon lê hebe ne cejn tê pîroz kiri nû ne jî amadekariya cejnê tê kirin. Ekîn, da zanîn ku cihê şer lê hebe aramî û şahî nabe û xwest berî her tiştî aştiya hundir pêk bê û her kes bertekên xwe li hemberî operasyona bilind bike. Ekîn, bang li wezîr û serokwezîr kir û xwest êdî pirsgirêkê ne bi rêyên operasyonan bi rêyên diyalog û aştiyê çareser bike.

DÎHA/AMED