Şahiya Ekîto bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi sê zimanan axaftinek hate kirin. Axaftina bi zimanê erebî Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, a zimanê kurdî Seroka Desteya Maliye ya Xweseriya Demokratîk Remziyê Mihemed û ya bi zimanê Suryanî jî Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber Elîzabêt Gewriyê hatin xwendin. Her wiha li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser Hesrokê Meclîsê Nezîra Gewriyê axivî.
Di axaftinana de girîngiya parastina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma Mozopotamya de hate bibîrxistin û bal hate kişandin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya vê yekê dike nîşana herî baş ji bo wê ye û hate gotin ku rêveberiya niha nimûneyeke destpêkê ji hemû cîhanê ye.
Her wiha di axaftinan de berxwedana gelê herêmên Kobanê û Efrînê ya li dijî komên radîkal ên DAIŞ‘ê hate slavkirin û vîna azad ya gelên herêmê ku karîbû desthilatdariya hêzên ku Kurdistanê digir kirine ji holê rake hate destnîşankirin.
Komên mozîk û dîlanan hin stran û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin û piştre li ser navên Partiya Yekîtiya Suryanî û Yekîtiya Jinan a Suryanî axaftin hatin kirin û têde wateyên mirovahî û tekoşînî ya cejnê hatin zelalkirin. Her wiha di axaftinan de tekoşîna hevbeş ku di navbera gelên herêmê de heye ku niha li gorî naveroka wê nivşên nû tev digerin û biratiya gelên didin avakirin da ku jibo nivşên pêşerojê bibe bingeha şêwaza têkiliyên di navbera gelan de.
Di şahiyê de gelek peyamên pîrozkirina cejna Ekîto hatin xwendin. Piştre Koma Lamîta ya zarokan û Koma Ramîta ya dîlanê hin dîlanên taybet bi gelê Suryan pêşkêş kirin û şanoyek bi navê Diyaloka Vekirî hate pêşkêşkirin. Di dawiya şahiyê de welatiyan li ber dengê stranan govend gerandin.
QAMIŞLO