Welatiyên Kildan û Asûrî li Rojava amadekariyên xwe yên pîrozkirina cejna Ekîto ku wekî cejna Babiliyan-Asûriyan tê zanîn û di 1’ê Nîsanê de tê pîrozkirin bi dawî kirine.

Welatiyên Kildan û Asûrî di 1’ê Nîsanê de Cejna Ekîto pîrozdikin, li gorî cêderên asûriyan ev cejin ji 6hezar û 763 salan ve û heta niha tê pîrozkirin. Asûrî dibêjin ku cejna Akîto sersala Asûriyan ne û bi zimanê Asûrî ‘’Xanîsan’’ lê tê kirin. Li gorî baweriya wan di vê rojê de dema xêrêye û destpêka bûharê ye. Li gorî avsaneya asûriyan di vê rojê de xwedawenda evînê Eştar bi ‘’xwedawendê xwezayê Temûz re zewiciye’’ Di avsaneyê de behsa nakokiyên di navber Eştar û Temûz de tê kirin.
Di vî rojê de gelê Asûrî li şahiyan di hembêza xwezayê de lidardixin û festîvalên çandî lidardixin.
Derbarê amadekariyên roja Ekyto de Endamê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Ebdulehed Goriyê destnîşan kir ku cejin 12 rojan dewam dike. Goriyê da zanîn ku di 4 rojên destpêkê de merasîmên olî û dua têne kirin. Di roja 5’an de qurban têne amadekirin û merasîmên olî têne lidarxistin.Goriye destnîşan kir ku şahî bi hatine qiral a perestgehê û merasîm tê lidarxistin. Goriyê da zanîn ku di rojên 7 û 8’an de jî qurbanî tê serjêkirin û şahiya mezin tê lidarxistin. Di 3 rojên dawî de xwedawend li hev dicivin û qiral wekî biryardar qebûl dikin.
Di serdemên berê de şahiyên gelerî di himbêza xwezayê de dihatin lidarxistin. Li Rojava û Sûriyê ji ber rewşa heyî niha cejna Ekîto bi awayekî din tê pîrozkirin. Şahiyên niha di bajaran de têne lidarixsitin, welatî komdibin û payam têne dayîn, her wiha di dêran de merasîmên olî têne lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo şahî dê saet di 10.00’an de li meydana Dêra Mar Ifram a li Taxa Xerbî bê lidarxistin. Hate gotin di di şahiyê de dê payamên partiyên Kurdî, Suryanî û eEebî bêne xwendin, her wiha dê şahî bêne lidarxistin. Çavlirêye ku şandeya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî beşdarî şahiyê bibe û cejna AKÎTO Pîroz bikin. Li bajarê Tirbespiyê jî dê pîrozbahî li navenda Komeleya çand û Hunerê ya Suryaniyan bê lidarxistin, her wiha dê şahî li gundê Mhrekan a herêma Sinceq a Tirbespiyê jî bê lidarxistin.
Derbarê amadekariyan de Endamên Koma Artota Melek Esmer û Sîma Goriyê diyar kirin ku wan hin dîlanên folklorî amadekarine û amadekariyên xwe temam kirine. Bi heman armancê Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê bi armanca tevlî şahiyê bibin amadekariyên xwe kirine. Li bajarê Til Temir jî amadekariyên şahî û merasîm bêne lidarxistin.
Komîteryên Amedekar ên şahiyan bang li hemû welatiyan kirin ku tevlî şahiyan bibin.  Derbarê şahiyên hemû bajaran jî dê hêzên Asayîşê parastinê wê bikin.

NAVEDAN NÛÇEYAN