Doh cejna Êzî bû, ez cejna Êzî di kesayetiya êzdayetî de li hemû mirovahiya pêșverû pîroz dikim! Hêvî dikim ku ev cejn ji her kesî re bextewarî û așitî bûne.

Rojî û cejnên kurdên Êzidî yên herî girîng di vê meha kanûnê de ne. Di Qewlê Fexrê Zergûn de li ser giringiya maha kanûnê wiha dibêje: „Her bi herf e, her e bi nasîn e, binyata (riknê) her duwzdeh Mehan, Kanûn e!“
Di vê mehê de roji wek sîstem sêșemî, çarșemî û pêncșemî tê girtin, roja înîyê jî wek cejn tê pîroz kirin. Sê rojên rojî û sê cejnên girîng li peyhev in.
Du hefte berê rojiya Șêșîm hate girtin û li pey jî cejna Șêșim bû. Bi giranî Șêxên Șemsaniyan ev cejna pîroz kirin. Șêșim melekê rojê ye, ev baweriyeke pir kevn e, ev diçe ; ta digihîje baweriya bi rojê, ango xwedawendê rojê Mîtra, bi zimanekî din baweiya Mehreperwerî. Ev bawerî li Mezopotamya û Anatolyayê ji baweriyên herî kevn yek e. Li pey wê jî sê roj rojiya Xwidan hat girtin û cejna Xwidan hate pîrozkirin.
Cejna Êzî cejna herî mezin e û hemû êzîdî vê pîroz dikin. Ev cejn her sal li pey nîvê kanûnê tê pîrozkirin. Îsal rastê bîstê kanûnê hat. Ango doh cejna Êzî bû. Li gor baweriya Êzdayetî, Xwedê di vê rojê de ev cihan bi awayekî rip û rût afirandiye, di dema Çarșrmiya Sor de jî zindî afirandiye. Peyva Êzî ji navên Xwedê yek e. Cejna Êzî jî wek sipasî û rêzgirtinekê ji bo Xwedê tê pîrozkirin.
Di nava kurdên elewî û misliman de jî ev roj yan jî di pêvajoya vê dema dagera rojê de di bin navê “gaxend, qirdik, kalo pîrê, bûka baranê“ de formeke vê rojê tê pîrozkirin (tu têkiliya xwe bi ola îslamê re tune, rasterast baweriyek kurdan e.). Ev jî rasterast têkiliya xwe bi baweiya cejna Êzî re heye.
Li gor baweriya Babilonan jî Mardûk di meha kanûnê de xwedawend Kingu ya dayik parçekiriye û ji nîvê lașê wê ev cihan afirandiye, di dema Çarșemiya sor û Zadika Hesarê de jî, ji herîyê û xwîna kingu zindî afirandiye.
Dema mirov li baweriya zurvan, Mîtra, Zerdeștî û yên Anatolyayê jî dinêre dibîne ku di vê demê de pîrozbahiyên van baweriyan jî hene. Lema jî mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev kevneșopî û baweriyeke herî kevnar ê gelê arî ye.
Bêguman têkiliya vê bi vegera rojê re jî heye. Baș tê zanîn ku șeva herî dirêj di bist û yekê kanûnê de ye, ji wê rojê pê ve roj dadigere, bi dagerê re jî șev roj bi roj kurt dibe, gav bi gav nûvejîna biharê nêzîk dibe.
Niha di nava xiristiyanan de jî nîqașeke germ heye, hin dîroknas dibêjin Hz. Îsa di dawiya meha heștan de hatiye dinê. Ev pîrozkirina Noelê rasterast pîrozkirina baweriya Babîlona ne. Lê dengê wan zû tê qutkirin.
Disa li gor van baweriyên navborî ji roja destpêka Newrozê ta Çarșemiya sor ku meha Adarê ye û ev meh bîst û du roj dikudîne, wek dema nûvejînê ye. Demê berê ev dem wek cejna biharê, yan jî weki serêsalê dihat pîroz kirin.
Baweriyên gelên samî gelek tișt ji baweriyê Mezopotamyayê wergirtine, baș tê zanîn ku mijara ji heriyê afirandina mirovan, dîsa mijara Baxê Îrem, Mijara Mihracê, bihușt û dojehê tev de ji baweriyên Mezopotamyayê derbasê baweriya wan bûye.
Mixaben ku di vê dema me de ev rastî tên înkarkirin, her tișt di nava çarçoveya îslamê de tê nirxandin, ev jî mirovan ber bi șașiyan ve dibe. Divê mirov her baweriya di nava têgihîștina wê baweriyê de binirxîne. Lewre her bawerî li gor xwe xwedanê felsefe, têgîhîștin û șiroveyên taybet in.
Ez careke din cejna Êzî li gelê me yê êzîdî û hemû mirovahiyê pîroz dikim.