Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Fermana 74’an hola Glashaus dest pê kir. Ev cara yekê bû ku li herêma Bielefeldê hemû sazî û dezgehên Êzîdî Cejna Êzî bi hev re pîroz kirin. Ji bo pirozbahiyê rêveberiyên Federasyona Komalên Êzîdiyan (FKÊ), Yekitiya Akademisyenên Êzîdiyan (GEA), Meclîsa Jinên Ezîdî (MJÊ)-Bêrîvan, Komela Kaniya Spî, Komela Gundê Kevnasê, Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê, Hevbendiya Elman-Êzîdî û dostên Kurdan jî amade bûn. 

Li ser navê organîzatoran ji GEA’yê Aslan Kizilhan, ji FEK’ê Izzet Yalcin, ji Kevnas e.V Ferhat Akman, MJÊ Mecbûre Dundar, ji Kaniya Spi Feremez Xeribo, ji Hevbendiya Êzîdiyên Sûriye Feyzî Çolî, Hevbendiya Êzîdî û Elman Şêx Elî ji rojnameya me re peyivîn.

Şaredarê Bad Salzuflen Roland Thomas (SPD) jî di şahiya cejnê de amade bû. Thomas bi van gotinan hemxeniya xwe ya bi Êzîsiyan re îfade kir: “Ez keraseta hatî ser Kurdên Êzîdî şermezar dikim.”

Îzzetîn Yalçin li ser navê FKÊ hewldana bi tifaqbûna civata Êzîdî pîroz kir û xwest ev tifaq xurttir û serketîtir bibe.Ji Kevnas e.V. Ferhat îşaret bi hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk û DAIŞ‘ê kir û got, “Li Kurdistanê berxwedan heye. Qetliam heye. Em berxwedana Kurdistanê silav dikin. … Ez hêvî dikim ku cejna Êzî bibe sedema yekîtî û azadiya hemû Kurdan.”


‘Şengal tenê nehêlin’

Aslan Kizilhan jî li ser navê GEA’yê hêviya xwe ya ji bo azadkirina tevahiya Şengalê û arambûn û azadbûna civaka Êzîdî îfade kir. Ji heman saziyê Îbrahîm Kuş jî behsa projeyên xwe yên ji bo Şengalê kir, û got, “Em çava dikarin ava paqij ji nû ve bidin Şengalê? Em dixwazin ava Şengalê paqij bikin. Jeneratora avê ji nû ve bidin şixulandin.” Kuş wekî din behsa amadekariyên konferansa ji nû ve avakirina Şengalê ya li Parlemana Ewrûpayê jî kir.

Ji MJÊ-Bêrîvanê Mecbûre Dundar jî bal kişand ser rewşa jinên di destê DAIŞ’ê de dîl û got, “Ji bo me, ji kuştinê xerabtir e. Em wek jinên li Ewrûpa nikarin herin wan rizgar bikin, lê belê em dikarin ji bo rexistinbûyîna xwe û ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de kar bikin.” Dundar xwest bombeyên li Şengalê bi cih kirî ji aliyê pisporan ve werin paqijkirin û ji bo parastina Şengalê, deverên mayî yên Êzîdxanê û jinên Êzîdî jî xwest YBJ- Şengal were xurtkirin. Li ser navê heman Meclîsê Rindê Ekîncî jî îşaret bi koçberbûna Êzîdiyan kir, û got, ji bo xalînebûna Şengalê, divê Şengal ji nû ve bê avakirin.

Di pîrozbahiyê de parlemanterê HDP’ê Ali Atalan jî peyivî û got, “Lazim e em li welate xwe, li cihe bav û kalê xwe xwedî derkevin.” Atalan îşaret bi dîroka berxwedanê ya Êzîdiyan kir û axaftina xwe weha bi dawî kir: “Em hêvîdar in ku Êzîdxaneke hemdem, xweser, azad li Şengalê bê avakirin. Em hêvîdar in ku hemû Êzîdiyên dilsoz, welatparêz piştgiriyê bikin li avakirina Şengalê.”


Bi basimbarê ber bi saleke xêrê ve 

Di pîrozbahiyê de li gorî baveriya Êzîdiyan, jinan basimbar belav kir. Basimbar, bi bendên bi rengên kesk, sor û zer tê çêkirin û ji bo destpêka sala nû oxir e. 

Li aliyekî holê, sembola Ezîdxanê hatibû danîn. Jin û mêran  ev nîşan tevaf kir. Kesê derdikeve ciyê tewafê solên xwe ji piyên xwe dike, jin desmalên spî li serê xwe girêdidin û her kes ava zimzimê vedixwe. Wekî din basimbar tê girêdan, dua tên kirin.

Hunermend Usivê Feto, Xudêdayê Feto, Erkan Cemîl, Cewdet Kevnasî, Rêber Rojava, Bahar Sansar jî hunerên xwe pêşkêşî haziran kir.


MURAT MANG/BIELEFELD




Li Berlînê ji bo cejnê hatin cem hev


Êzîdiyên li Berlînê jî cejna Êzî pîroz kir. Endamên civata Êzîdî xwarinên xwe yên malê anîn hola pîrozbahiyê ya li Spandau. Cejna îsal bi minasebeta rizgarkirina navenda bajarê Şengalê bi coştir bû.

Di axaftina xwe de ji Êzîdiyên Ermenistan Goroxlû ku her weha di komîteya amadekar a pîrozbahiyê de bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke pişta miletê Êzîdî bi nav kir û malavahiya PKK’ê kir.

Koroglu xwest Êzîdî hişyar bin û wiha dewam kir: “Kî dost e, kî dijmin e baş ji hev derxin. Nûnerên me ew mirovên di Meclîsa Şengalê de ne. Li vir ew kes in ku di Meclîsa Êzîdiyan de ne.” Di  pîrozbahiyî de konsera koma ciwanên Êzîdî, Koma Dîlan jî hebû. 


 FEHMÎ KATAR/ BERLÎN