Di bernama cejnê de Koma Mûzikê ya bi navê Margêt Rêzan û Zozan, Hozan Îsa Akyol, Hozan Nejdet Hewran, Dengbêj Halîl Tuac derketin ser dikê û Qewlê koma Azad Şêrîn hatin xwendin. Herwiha şano hate pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de peyama KNK’ê hate xwendin. Herwiha di Pîrozbahiyê xwîşka Şehîd Berîvan Xanê Agirman axaftinek kir. Agirman di axaftina xwe de kuştina keça 13 salî ya bi navê Souzan a ku ji aliyê bavê xwe ve hatbû qetil kirin şermezar kir. Agirman got: ‘‘Divê di nava civaka me de bûyerên bi wî rengî dernekevin. Divê em li hemberî wê rûreşiyê rawestin û bêdeng nemînin. Ola me oleke pir qedîm û kevnar e. Di ola me de cîhê qetilkirinê ne, cîhê jiyanê heye." 

HANNOVER