AZERBEYCAN: Muzîkjenên Azerbeycanî di wê rojê de zêdetir ji hemû alavan dijenin û Newroza wê tijî muzîka resen a Azeriyane. Vexwarina ava kaniyan ji aliyê hevwelatiyan ve nerîteke Newrozê ye, da sala wan a nû hemû xêr û avedanî be. Herwiha jinên Azerî xwarinekê bi navê Semenû çê dikin û dê wê merasîmê de di navbera derdora xwe de vediguhezin.
EFGANÎSTAN: Hevwelatiyên wî welatî di vê rojê de serdana navçeya Mezarî Şerîf dikin û cejna gulên sor lidar dixin. Ew cejin bi hilgirtina alekê dest pê dike û heta 20 rojan berdewam dibe. Di şeva Newrozê de Elokekê ser jêdikin û xwarinekê jê çêdikin, goştê wê yê spî nîşana aştiyê ye û li rex de şînkayî dideynin ji ber ku ew rengê serkeftinê ye li cem wan.
OZBEKÎSTAN: Berî hatina Newrozê, jinên Ozbekistanê kel û pelên nav mal derdixin ber rojê û mala xwe paqij dikin. Herwiha kevirên biçûk ber bi asmanan ve davêjin da di sala nû de du can bibin, herwiha xort jî zorbeziyê di meydanan de dikin.
TACIKÎSTAN: Jeniyarên Koronî “Alaveke taybet e” dest bi jenînê dikin û xelk bi sema û şahiyê pêşwaziya Newrozê dikin. Keç jî cil û bergên resen li xwe dikin. Corek ji kumên Tacîkî didin sere xwe û dibin simbola şahciwana Newrozê, ku ew hêmaya jiyana nû ye. Herwiha şerê dîk, kewan birêve diçe û kesên ku bi ser dikevin xelatan werdigirin.
KAZAXÎSTAN: Di efsaneyên wî welatî de tê gotin ku “Newroz hêmaya behar û xêrê ye bo ser zevî û di wê rojê de kevirê şîn yê Semerqend dihele”. Herwiha xwarineke bitam bi navê “Newroz Guje” çêdikin û dixwin, ev yek jî hêmaya bidawîhatina zistanê ye. Ew xwarin ji heft pêkhateya pêk tê. Herwiha lîstikeke resen bi navê “Qul Tuzaq” di navbera jin û zilaman de birêve diçe, eger jin serkeftin dê sala nû xweş be, lê eger zilam serkeftin dê sala nû ne gelek baş be.
QIRGIZÎSTAN: Li wî welatî yekem û duyem roj ji beharê Newroz e, xwarina “Beş Barmaq” çêdikin û ciwan jî bi lîstka swariyê dileyizin.
TURKMENÎSTAN: Şerê beran, dîk, zorbezî û Kişikê beşek in ji mersaîma Newrozê li wî welatî, herwiha jin şêraniyê çê dikin û didin hev.
ÎRAN: Berî hatina Newrozê mal û xaniyên xwe paqij dikin, sifreyekê bi heft sênî dixemilînin û heft xwarinên ku bi pîta ‘S’ dest pê dike amade dikin. Di roja 13’ê de berê xwe didin seyrangeh û cihên giştî.
NAVENDA NÛÇEYAN