Bi vê rasthatinê, bi alîkaiya Weqfa Koreyî (Corean Foundation) li British Museumê ji 15 Îlonê û heta 17´ê Îlonê çalakiyên çandî tên organîzekirin. Di vê çarçoveyê de weşana zindî ya ji Korea Gallery ya saet 09:30´î çalakî dest pê dikin. Heman rojê performanseke muzîkê ya ji rêûresma Koreyî jî wê hebe. Li ser maneya Çûseokê, kokên wê, mîrasa wê û dewamkirina wê panelek wê xeljkê agahdar bike.

Koma muzîkê ya ji paytexta Başûrê Koreyê ya bi navê Jeong Ga Ak Hoe wê muzîka kevnar û ya nû ya koreyê bide gihdarîkirin.

Roja diduyê ango 16´ê Îlonê jî, cejn û şahiyên bi K-popê yên dansê, nîşandana filman wê hebe.

17´ê Îlonê rojeke taybet bi muzîk, dans û çîrokbêjiyê ji bo xelkê tevî malbatan tê amadekirin. 


 LONDON