Ev pîrozbahî li Amed, Farqîn, Erxenî, Bismil, Şirnex, Cizîr, Silopî, Hezex, Qilaban, Elkê, Colemêrg, Gever, Şemzînan, Mûş, Mêrsîn, Edene, Hatay, Norşîn, Sêrt, Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Midyad, Stewrê, Artuklu, Şermex, Stenbol, Riha, Wêranşar, Siwêreg, Bêrecûk, Pirsûs, Kaniya Xezalan, Serêkaniyê, Bozova yê bi sedhezaran welatî derketin kolanan û bi yek dengî serkeftina Kobanê pîroz kirin.
Li Başûr û Roıjhilat coş
Paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê ji navenda Kobanê li başûrê Kurdistanê jî hat pîrozkirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, Kelar, Silêmaniyê, Hewlêr û Kerkûkê gel daket kolanan û azadiya Kobanê bi coş pîroz kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Kurd bi ragihandina agahiya azadbûna Kobanê re redketin kolanan. Bi taybetî li bajarê Sine li gelek bajarên Rojhilat tevahiya şevê xwepêşandanên pîrozbahiyê hebûn. Xwendekarên Kurd ên li zanîngehên Îranê û bi taybetî jî Tehranê azadbûna Kobanê bi goven û şahiyan hate pîroz kirin.
Li tevahiya cîhanê pîrozbahî
Piştî azadkirina Kobanê, li Kanada, Almanya û Fransayê kurd û dostên kurdan daketin kolanan. Di pîrozbahiyan de şervanên YPG û YPJ’ê hatin silavkirin û gel heta derengiya şevê govend gerand.
NAVENDA NÛÇEYAN