Kongreyê Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Înstîtûta Kurdî yali Almanya,bi daxuyaniyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û bal kişandin li ser polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê bi daxuyaniyêkê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku cejna herî mezin û pîroz li zimanê xwe xwedî derketin e û di her xeleka jiyanê de bikaranîn e.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Zimanê Kurdî wekî hebûnekî jîndar mixabin hêj jî ji êş û janê xilas nebûye. Hindî rewşa Kurdistanê bi vî rengî be nabe jî. Ango zimanê Kurdî ti rehetî nedît û xuya ye ku dîtina rehetîyê jî dê wextekî dirêj bikêşe."


Xemsariya Kurdan li hemberî ziman

Komîsyonê da xuyakirin hem asîmîlasyona dewletên dagirker bi metod û teknîkên nû didome, hem jî otoasîmîlasyona navxweyî bi rengekî dewam dike û ev xal destnîşan kir: "Helwesta dewletên dagirker tê fêmkirin, ji ber ku ev derdê wan e; ji destê wan bê ew ê meydana bikaranîna Kurdî dorpêç bikin û rê li ber asîmîasyonê xweş bikin. Ev kar û armanca wan e. Başe ji bo çi Kurd xemsariya beramberî zimanê xwe bi israr didomîne?

Ev pirse paradoksa kûr ya Kurdan nîşan dide. Kurd bi xwe jî nikarin vê nakokîya xwe îzah bikin. Ji milekê ve behsê Kurd û Kurdistanê dikin, polîtîka asîmîlasyonîst ya dewletên dagirker ya li ser zimanê Kurdî protesto dikin, lê ji milê din ve jî pişta xwe didine zimanê xwe û bi vê reftara bêberpirsiyarane avê dikişîne ser aşê asîmîlasyona dijminî."


'Li Başûr û Rojava Kurdî çalak e'

KNK'ê da zanîn ku mexasim li Bakûr di nav jiyanê de polîtîkayê de, hê jî zimanên serdest tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî dewleta Îranê mafê perwerdeyê nade zimanê Kurdî, ku ev jî asîmîlasyona zimanê Kurdî bi lez dike.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê da xuyakirin ku cihê şabûnê ye ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hebûna statuya xweser zimanê Kurdî zimanê fermî ye û jîndar e.  KNK'ê diyar kir ku li qada dîasporayê jî rewşa zimanê Kurdî, ji welêt ne baştir e. Ji bo pêşîgirtina asîmîlasyon û otoasîmîlasyon jî, divê bikevin nava hewldanê.


'Heqîqatê bi zimanê xwe nas bikin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî digel vê rewşa pozîtîv û negatîv jî dîsa ve berxwedana mayînê didomîne û hat gotin : "Baweriya me xurt e ku, zimanê Kurdî wekî alaya dengî ya miletê Kurd wê heta hetayê jîndar be. Kurd wê li welatê xwe yê rizgar û azadbûyî de zimanê Kurdî bikine zimanê fermî û timamî jiyanê û pêş bêxin, ku îro li du beşên Kurdistanê, li başûr û rojavayê, bi vî rengî ye."

Komîsyonê da xuyakirin ku bi munasebeta rojên Cejna Zimanê Kurdî (14-15-16'ê Gulanê) divê Kurd careke din heqîqeta xwe ya perîşan a di warê zimanî de bibînin ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê her diçe hejmara Kurdî axêvan kêm dibe.


'Cejna herî mezin xwedîderketin e'

KNK'ê destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji ber berxwedêriya xwe cejna herî mezin heq kiriye û got, "Bila Cejna Zimanê Kurdî li miletê Kurd pîroz be. Hêvî dikin ev cejna zimanî bibe zengila hişyarbûna li zimanê xwe xwedî derketinê.Cejna herî mezin û pîroz li zimanê xwe xwedî derketin e û di her xeleka jiyanê de bikaranîn e.

Bi hêviya ku Kurd layiqî zimanê xwe bin û ji zimanê xwe şerm nekin û bikine tacê serê xwe û hem pê biaxivin, pê bixwînin û hem jî pê bijîn û pê serbilind bin.

Kurd li welat û li her derê lê dijîn divê Cejna Zimanê Kurdî C14-15-16'ê Gulanê' bikine çeperê têkoşîna li zimanê xwe xwedî derketinê!." 


'Zimanê me hebûna me ye'

Înstîtûta Kurdî ya Almanyayê jî bi munasebata 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: "Dema ku em qala Zimanê Kurdî dikin, xebatekê, konferansekê, panelekê li ser Zimanê Kurdî li dar dixin, an jî nivîsekê li ser zimên dinivîsin, hema gorbihuşt Mîr Celaded Elî Bedîrxan û hevalên wî yên wek Kamûran Bedîrxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Qedrîcan û yên din tên bîra me.  Dîsa em pelên dîroka ziman û çanda Kurdî di ser hev de diqulibînîn, dibînin, tovên zimên yên ku ji aliyê alim, zanyar û feylezofên Kurdan yên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî û bi sedan yên din, li ser axa Kurdistanê hatine reşandin, di 15'ê gulana 1932'yan de bi Hawara Bedirxan û hevalên wî re, ji nû ve şîn dibe, gurr û geş dibe û hetanî roja me ya îro tê. Ev roj di sala 2006'an de ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê( KNK)'ê ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdan û Gelê Kurd ve jî hat pejirandin.  Zimanê ku reh û rayeka xwe ji Şaristaniya Neolîtîkê bigire û çanda deh hezar salan pê were afirandin, ew her çiqas were qedexekirin, astengkirin û zept û zor li ser be jî, di bin her şert û mercan de dikare xwe biparêze û wenda nebe. Esta zimanê Kurdî jî ji van zimanan yek e û di bin şert û mercên giran de hetanî îro hatiye û xwe parastiye. Lê divê em vê jî ji bîr nekin, eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin û wî wek rohnayiya çavên xwe neparêzin, wek kes, malbat, sazî û civak wî di her qadên jiyanê de bi kar neynin, ew ê nikaribe xwe ji xetereya tunebûnê bifilitîne. Li ser vê bîr û baweriyê em dibêjin: Zimanê Kurdî hebûna me ye 


KJA: 'Gel bi îmkanên xwe dibistanan ava kir'

KJA jî di daxuyaniya xwe da zanîn ku Komara Tirk ji destpêka avakirina xwe heta niha li hemberî gelên cuda polîtîkayên asîmilasyon û tinekirinê roj bi roj zêdekirine û got, "Gelê Kurd li hemberî înkar û polîtîkayên tepeserkirinê yên dewletê bi têkoşîna xwe ya 40 salan li ber xwe da û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derket. Bi vekirina dibistanê xwe bi awayekî zelal bertek nîşanî vê qirkirinê daye.

Li Amed, Gever û Cizirê gel bi îmkanên xwe dibistanên Ferzad Kemanger, Dayika Uweyş û Bêrîvanê vekirin. Dewleta ku tahamûlî dibistanên me nekirin û mohra girtinê lêxistin. Gelê me bi nerazîbûnên xwe yên hêja xwedî li dibistanan derket.

 

Hîn jî ji bo ku girtiyên siyasî bi Kurdî parastina xwe bikin, derfet nehatine afirandin û di vê mijarê gelek dadgeh Kurdî nas nakin. Lê bi xwedîderketina zimanê dayikê dîlên azadiyê ev asteng heta dereceyekê şikandiye.

Em jî wekî KJA'yê cejna zimanê dayikê li hemû gelê Kurd pîroz dikin û bang dikin ku li dijî asîmilasyon û tinekirinê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin


15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi şahiyekê hat pîrozkirin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, parlementerê HDPê Altan Tan, rêveber û xebatkarên şaredariyê beşdarî Roja Zimanê Kurdî bûn.

Li cihê pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa "Li her derê bi Kurdî" hate daleqandin û jinên ku kincên gelêrî li xwe kiribûn, li defê xistin, stran gotin û bernameyê bi vî awayî destpê kir.

 Di bernameyê de Hevşaredaran axaftin kirin û girîngiya ziman û vê rojê anîn ziman. Piştre nivîskar Omer Dilsoz helbesta Melayê Bateyî xwend. Bernameyê dûre bi dîwana dengbêjan dewam kir. Piştî dîwanê pêşbirka zanînê bi Kurdî hate lidarxistin û di dawiya bernameyê de, Serokatiya Daîreya Çavkaniyen Mirovan ji bo beşdaran hin diyarî belav kir. 


 ANF/AMED




Li Rojava Cejna Zimanê Kurdî


Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya navçeya Raco ya herêma Efrînê bi armanca pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê û siruda “Ey Reqîb” ku ji aliyê xewndekarên dibistana “Şehîd Hec Mûs” ve hate xwendin, destpê kir.

Di şahiyê de li ser nave SZK’ê û Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  axaftin hatin kirin. Di daxaftinan de li ser  hewldanên dewletên desthilatdar ên ji bo tunekirina çand û zimanê Kurdî bal hate kişandin. Her wiha mamosteyan du şanoyên derbarê girêdana Kurdan bi zimanê wan ve pêşkêş kirin. 


 ANHA/EFRÎN