Îsal jî Komeleya ji bo Hevjiyana Gelan Pîr-Derê dezgeha xwarinê danî li meydana cejnê û alîkariya berhev bike jî wê ji bo jinûveavakirina navçeyên xweseriyê bişîne. Dahata par jî ji bo Kobanê û Rojava hatibû şandin.


Lîstika zarokan a cihêreng

Di meydana fireh a zûrik a parka Seewiese, ji bo zarokan gelek lîstik hatibûn danîn. Wekî din jî rûyê zarokan hat rengandin û boyaxkirin. Zarokan dikarî xwe di kaseyên plastîk de ji şemîtonkeke taybet re berdin, bi dîwarên ji bo wan danî hilkişin jor, bi lîstikên mîna kişik û damê bilîzin, bi misliq û xortûmên ji wan re amadekirî xwe û derdora xwe şil bikin, û heta li dolabeke zarokan a minyatûr jî siwar bibin.

Ji birêveberên Pîr-Der´ê ku ji komeleyên endam ên Federasyona Demokratîka Elewî (FEDA) ye, Fatoş Demirkol diyar kir ku îsal elaqeya ji bo xwarinên li dezgehan wan gelek e û ew kêfxweş in ku wê karibin mîqdareke baş alîkariyê bişînin ji bo navçeyên berxwedanê ên li Bakurê Kurdistanê. 


 FRIEDBERG