KNK’ê û KONGRA GEL bi daxuyaniyên dayî, cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, “Sibe (îro) cejn e, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.
Em bi hêvî û di wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê minasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.”
Xêra herî mezin hilweşandina faşîzma Erdogan e
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî bi wesîleya Cejna Remezanê peyam da û bang li her kesî kir ku xwe ji AKP’ê vegire.
Di peyama KONGRA GEL de hate gotin, “Em Cejna Remezanê li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li temamiya alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna pîroz wê ji bo piştgiriya neteweyî û civakî ya gelê me bibe wesîle.”
Di dewama daxuyaniya KONGRA GEL de hate gotin, “Zilm û komkujiyên ku desthilatdariya faşîst û dijminê mirovan Erdogan-Bahçelî ya li Kurdan û mirovahiyê kiriye, di bîra gelê me de ne. Divê Cejna Remezanê bibe wesîleya hesabpirsîn û rêxistinbûna gelê me ya li dijî van kujerên dijminê Kurdan.
Divê gelê me bi xurtî hesab jê bipirse. Çawa ku mirov derdorê ji mîkrobeke nebaşî û nexweşiyê paqij dikin, divê gelê me jî Kurdistanê ji AKP’ê paqij bike. Pêwîst e, her kes xwe ji AKP a ku gelê me dikuje û dijminê Kurdan e, xwe vegire û kesekî bi vê qirêjiya xwe gemarî neke. Divê gelê me rezîlên ku bi vê qirêjiyê ketine jî ti carî ji bîr neke.
Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku cejna Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê. Xêra herî mezin jî hilweşandina faşîzma Erdogan û AKP’ê ye. Bi vê bîr û baweriyê, em cejnê careke din bi dil û can li gelê xwe pîroz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN