CÎK : Heke di nav civaka Misilman de mazlûm û feqîr jî bigihêjin mafê xwe, wê demê cejn wê bibin cejn. Bi hêviya ku feqîrî û hejarî ji nav me rabe û biratiya rast û durist bi cih bibe, em bi hev re li ser axeke azad jiyaneke azad derbas bikin, em di serî de cejna miletê xwe, ya hemû cihana Îslamî pîroz dikin.
Îro cejna Remezanê ya alema Îslamê ye. Bi rasthatina cejnê saziyên Kurdistanî KNK, KONGA-GEL û CÎK*ê daxuyanî dan.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi rasthatina cejnê got, “Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişên qirrkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewam e. Li hember êrişên dagirkeran, berxwedaneke bê hempa heye û şerê azadîyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî dewam dike.
Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke netewayiya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.
Em bi hêvî ne û baweriya me pê heye ku gelê me, di demeke nêz de wê bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.”
Bi hêviya Cejn bibe minasebeta aştiyê
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi peyameke nivîskî cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku cejn bibe sedema aramî û aştiya herêmê.”
Di dewamê de KONGA-GEL got, “Gelê me bi şahî pêşwazî dike vê cejnê. Tecrîta Îmraliyê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê û bi berxwedanên Dayîkên laçik spî hate şikandin. Em cejna Rêber Apo û her sê hevalên li Îmraliyê pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.
Di vê dema derbasbûyî de ji ber karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, gelê me pirr êş û zehmetî kişand. Bi wesîleya Cejna Remezanê kesên ku jiyana xwe ji dest dane em ji malbatên wan re sersaxî û sebrê dixwazin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê û saziyên xêrxaz dikin ku bajar û gundên ji karesatê zerar li wan bûye ji bîr nekin; bi fitre û zekatên xwe alîkariya gelê me yê mexdûr bikin, li gelê xwe xwedî derkevin.
Rejîma faşîst a dewleta Tirk ji hemû deman zêdetir di vê demê de tengav bûye. Em yekîtî û hêviyên xwe bilind bikin. Ev dem, dema têkbirina faşîzmê, azadiya gelên Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyê ye.”
Em aramî û aştiyê bi pêş bixin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Werin em aştî û aramiya li Kurdistanê bi pêş bixin.”
CÎK´ê di dewamê de got, “Cejn rojên şahî û kêfxweşiyê ne. Cejna Remezanê jî yek ji cejnên ola Îslamê ye. Cejna Remezanê roja têgihiştina Qurana pîroz e. Roja azadiya ji zilma Ebû Cehîl û hevalên wî yên zilimkar e. Îro jî li ser gelê me zilmeke mezin heye. Pêxemberê me Hz. Mihemed dibêje, ´Yên ku ji bo birayê xwe jî heman tiştên ji bo xwe nexwaze, îmana wan ne tam e.´ Yên ku ji me re dibêjin bira, her tişta me ji destê me girtine. Em bang li birayên xwe yên Misilman dikin. Ji bo gelê Kurd adil û mafnas tevbigerin, kuştin û talankirina li ser Kurdan bidin sekinandin, aştî û aramiya li Kurdistanê bi pêş bixin. Werin em ji bo aştî û wekheviya mirovan kar bikin, alîkariyê bidin hejar û feqîran. Heke di nav civaka Misilman de mazlûm û feqîr jî bigihêjin mafê xwe, wê demê cejn wê bibin cejn.
Bi hêviya ku Xwedayê mezin îbadeta me qebûl bike, feqîrî û hejarî ji nav me rabe û biratiya rast û durist bi cih bibe, em bi hev re li ser axeke azad jiyaneke azad derbas bikin, em di serî de cejna miletê xwe, ya hemû cihana Îslamî pîroz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN