Li Osloyê salvegera damezrandina PKK’ê ji hêla CDK-Oslo û ciwanên Ungkurd ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn, pîrozbahî bi coşeke mezin pêk hat. Di pîrozbahiya de qederê 400 Kurdistanî amade bûn.

Siyasetvan û nivîskarê Kurd Celalettin Delîbaş di pîrozbahiyê de axivî û  got: “Dagirkeran Kurdistan di nav xwe de bi peymanên cuda di demên cuda de parçe kirin. Kurd qir kirin. Gelê Kurd serî netewand û çok danenî li ber dijminên barbar ên wekî Erdogan. Careke din gelê Kurd serî hilda û bi ruhê Egîd, Mazlûm, Kemal Pîr û Akîfan û herî dawî bi serketina ruhê Kobanê em gihandin îro. Sala 39’an a  PKK’ê wê bibe cejna rizgariya Gelên Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn.”

Delîbaş bi dewamî diyar kir ku bi saya berxwedan û keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew gihîştine van rojan û pêwîst e ji bo azadiya Ocalan zêdetir çalakiyan bikin.

Hunermend Cewad Merwanî, Nûarîn, Rojan û Nebez derketin ser dikê û gel bi stran û muzik coşandin. 


OSLO