Endamên Şanoya Derme ya Stenbolê, Akedemîsyenên ji bo Aştiyê û xebatkarên Daîreya Xizmetê ya Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo bandora şer a li ser zarokan kêm bike, hatin Nisêbînê. Şanogerên hatî Nisêbînê dê ji bo zarokan pandomîm, şano, drama û gelek lîstikên cuda pêşkêş bikin. Şahî li taxên Elîka, 8 Mart, Bahçebaşi pêk hatin û zarokan gelekî hez ji wan kir. Lîstik û şahiyên ji bo zarokan wê 4 rojan bidomin.
‘Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin zarok û jin in’
Endama Şanoya Derma ya Stenbolê Derya Saglam diyar kir ku armanca wan ew e ku ji bo bandora şerê qirêj ê li Nisêbînê, li ser zarok û jinan rakin û wiha axivî: “Şahiya me wê 4 rojan dewam bike. Em ê li hemû taxan bigerin. Bi lîstikên kolanan em ê xwe bigihînin hemû zarokan. Li vir, em hemû baş dizanin ku şerekî qirêj hat meşandin. Bê guman, ji vî şerî herî zêde zarok û jin bi bandor bûn. Em dixwazin şopên şer ji ser wan bibin. Em ê li vir, dengê aştiyê bilind bikin.”
MÊRDÎN