Êzîdiyên ku ji ber êrîşên çeteyên dagirker û kujer yên DAIŞ'ê yên di 3'yê Tebaxê de li ser Şengalê pêk hatin û neçar man ji axa xwe ya pîroz koç bikin, dê cara yekêmîn dûrî axa ya xwe Cejna Şêşimsê pîroz kirin. Her çiqas Êzîdiyên ku koçberbûn, ew çanda xwe ya kevnar û rojên xwe yên pîroz, hewl didin li ku dibin bila bibin, bînin cih û bijîn. Êzîdî ligel hemû şert û mercên zehmet û giran xwedî li ol û baweriya xwe derdikevin. Wecîbeyên xwe yên olî hewl didin pêk bînin. Meha Kanûne jî ji bo welatiyên Êzîdî mehekê pîroz e û di ve mehe de Cejna Şêşims tê pîrozkirin. Cejna Şêşimsê ji bo Êzîditiyê pîroz û girîng e. Di Cejna Şêşimsê de di serî de sê roj rojî tê girtin û roja çaran cejn e.
Welatiyên Êzîdî diyar kirin ku li ku dibin bila bibin dê rojiya xwe ya ji bo ku wan pîroz e bigrin û ola xwe bijîn. Welatiyên Êzîdî yên ku li Qada Kampa a Fîdanlikê ya Yenîşehîra Amedê bi cih bûn amedakariyên rojiya Cejna Şêmisê dikin. Welatiyê Êzîdî yê bi navê Suleyman Êlyas yê ku 84 salî û bi bawerî û ola Êzîdî heta niha jiyayê dest nîşan kir ku her çiqas ji ber baweriyên xwe rastî êrîşên dijwar hatinê jî, tu car dev ji ol û baweriya xwe bernadan e. Êlyas da zanîn ku rojiya xwe yên ku digrin ji bo xwedayê xwe digrin û bi wî şeklî li kû derê bin li wir di heman dirokê de rojiya xwe digirin. Êlyas diyar kir ku kevneşopiyên wan û yên tu gelan naşibin hev û ew di zindanada bin jî pediviyên ola xwe tînin cih.
Xidir Hacî jî bilêv kir ku xwadê li her derê yek e û mirov heke ji bo xwadê îbadetê xwe bike li hemû cihan dikarê îbadeta xwe bike û xwadê li wî mêze dike, dibîne.
Hecî di direjiya axaftina xwe dê got ku ji axa xwe dûrketin tiştekî gelek zehmet û êş e û axaftina xwe wiha domand: "Di cihên me û malên me de cihên me ya îbadetê hebûn. Qutsiyeta me Êzîdiyan beratên şêxa di malên me de hebûn. Li we derê em hin nêz ol û baweriyên xwe bûn. Lê xwedê li hemû deran e. Em li kû bin bila bibin emê îbadeta xwe ji 7'an heya 77 saliyan bikin. Ji xwedê re em îbadeta xwe dikin û roj jî li hemû deran heye. Îbadeta me jî roj e. Ev jî li hemû deran heye. Em berê xwe didin rojê û dibijin, ya rebî tû 72 miletan biparezî û me gelê Êzîdî jî pera biparezî. Lê me dixwest em li ser axa bin û rojiya xwe li ser axa bigirta. Em dixwazin heke em nikarin vegerin jî ax û warên me rojêk ji rojan pêş de azad bibe."
HASAN YOLDAŞ/DÎHA/AMED