
Ciwanên Binarê Qendîl 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK´ê bi meşeke meşaleyî pîroz kirin. Piştre li ser navê ciwanan jina ciwan, Zîlan Mehmûd axivî û got; “Em di serî de 27’ê Mijdarê li Serok Apo û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin.”
Zîlan Mehmûd avakirina PKK´ê weke şensekî mezin bi nav kir û got, “Bi taybetî ji bo jinan, PKK wateya azadiyê ye. Divê jin û ciwan xebatên xwe yên têkoşînê bi pêş bixin. Ji ber ku PKK azadiya jinan e.”
Her wiha zarokên Binarê Qendîlê jî tevlî pîrozbahiyê bûn û bi coşeke mezin dirûşmeya ‘PKK azadiya zarokan e’ gotin.
QENDÎL