Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Mannheîmê bi şevekê hat pîrozkirin. Sekreterê Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Ewropayê Ozgur Oz di şahiyê de peyivî. Oz da xuyakirin ku têkoşîna Elewiyan û ya Kurdan ji hev cuda nîne û got, "Girîng e em têkoşîna hevpar xurt bikin." Di şevê de nûnerên Die Linke, MLPD, TJK-E û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axivîn.
Karayilan peyam şand
Li bajarê Freîbûrgê jî 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê hat pîrozkirin. Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Çanda Kurd a Lahr ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Hevserokên meclîsên Gel ên Freîbûrg û Lahrê axivîn. Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî rewşa dawî li Kurdistanê nirxand. Di şevê de peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Yekîtiya Êzidiyan li Ewropayê, hatin xwendin.
Di şevê de peyama Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan a li ser 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.
Li Kurdistanê serdemeke nû
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat pîrozkirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Arîf Engîzek li şevê axivî û destnîşan kir ku komeke beriya 37 salan dest bi têkoşînê kir, îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn serdemeke nû daye destpêkirin. Engîzek xwerêveberî jî silav kir.
Di şevê de Bêrîvan Arîn, Sîmar, Sîpan Xelat, Alî Baran, Kawa Ûrmiye, Koma Govenda Jiyanê û Koma Şano ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê Jiyana Nû derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Hêviyê dide mirovan
Li bajarê Elmanya Hannoverê, di salvegera 37. de PKK hat silavkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê Abdullah Efegot, PKK li Rojhilata Navîn, ji partiyeke mezin jî wêdetir êdî bûye tevgerke ku hêvî, azadî, aştî û baweriyê dide mirovahiyê. Efe bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava vê tevgerê de û cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar-nivîskar Ahmet Aktaş jî axivî û destnîşan kir ku PKK di roja îro de ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bûye perspektîfa aştî, azadî û demokrasiyê. Di şevê de peyama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî hat xwendin û sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hat nîşandan. Her wiha Hozan Comerd, Ciwan Çewlig, Şaban Kazan, Rêwî Rêdûr, Marge Rêzan Zozan û Emîn Sîdo derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Sedsala Kurdan
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Fransa Marsîlyayê hat pîrozkirin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Hevserok Yilmaz Açikyuz li vir peyivî û got, "Gelê Kurd bi berxwedanê bi ser ket. Tevahiya cîhanê îro neçar maye ev îtibara bi rûmet a hatiye qezenckirin, bi peyivîne. Her kesî ev rastî qebûl kiriye. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan û Kurdistanê."
Di şevê de nûnerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Ciwanan a Marsîlyayê axivîn û piştre hunermend Bûrhan Karakaş, Serhat Evîndar, Çetîn Oraner û Denîz Deman derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN