40. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê rojhiltalê Swêdê Salayê hate pîrozkirin. Gelek Kurdistaniyên li bajarê Sala û derdora wê, li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK’ê ku weke ‘Cejna Vejînê’ tê binavkirin, pîroz kir.
Di şahiyê de ji bilî axaftina li ser navê Meclîsa Gel a Vesterosê, peyamên rêxistinên siyasî hatin xwendin û sînevizyona li ser cejna vejînê hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li dijî sê rêveberên PKK’ê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” gotin.
ANF / SALA