
Kurdistaniyên li Ewrûpayê, salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyan pîroz kir.
Pîrozbahiya li paytexta Belçîka Brukselê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin û bi rêzgirtinê dest pê kir.
Endamê KNK’ê Hecî Ehmedî li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir ku bi nirx û mayeyên di nava 33’an de 15’ê Tebaxê afirandiye, serdema şoreşên li Rojhilata Navîn dest pê kiriye veguherîye serdema şoreşên mezin ên jiyana demokratîk û azad.
Di pîrozbahiyê de li peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî hat temaşe û guhdarîkirin.
Piştî axaftinên Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan, Dûdiye Alabay û
Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ûgraş, pîrozbahî bi gerandina govendê û gotina dirûşma “Bijî Serok Apo” qediya.
Bijî fermandar Egîd
Li bajarê Swîsreyê Lozanê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi dehan kes beşdarî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Lozanê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî ku sînevîzyon li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hate nîşandan, Hevberdevka NCDK-Swîsreyê Hatîce Kendal peyivî. Çalakî bi gotina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Fermandar Egîd” qediya.
Kurdistaniyên li bajarê Franseyê Marsîlyayê jî 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li meydana Vieux-Portê bûn. Her wiha tûrîstan û welatiyên Fransayê jî bi baldarî pîrozbahî şopand.
Merasîma li Herêmên Parastinê yên Medyayê û axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan li meydana Vieux-Portê bi sînevîzyonê hate nîşandan.
15 Tebaxê ruhê çalakgeriya serhildêr e
Kurdistaniyên li paytexta Awusturyayê Viyanayê, 15’ê Tebaxê li Parka Resselê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de belavok li ser wateya 15’ê Tebaxê hatin belavkirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwêcê Osloyê jî 15’ê Tebaxê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de, namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên giştî yên 11’ê Îlona 2017’an ên Norwêcê Seher Aydar jî axivî. Aydar li ser hilbijartin û dengdanê agahî dan gel û hişyar kir ku di lîsteya navan de li şûna nîşaneya (X) divê bi hejmarê (1) li ber nav bê nivîsandin.
Bi wesîleya 33. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Swêdê Stockholmê meş û mîtîngek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Kurdistanî danê êvarê saet 18:00´an li Parka Humlegarden a Stockholmê civiyan bi pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re”, tevî posterên Ocalan û alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê heta avahiya parlamenê meşiyan. Girseya gel piştre li meydana Mynttorgetê ku li pêşberî avahiya parlamenê, mîtîngek li dar xist.
Qiseker li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, Ocalan derhal bê berdan. Çalakî bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN