KAMRAN MÎRZAÎAN / ANF/STOCKHOLM
Cejna Xawenkar a Yarî ya Yarsanan doh êvarê li salona Kista Traff a li paytexta Swêdê Stockholmê bi şevahengekê hate pîrozkirin. Şevahenga bi pêşengiya Platforma Yarsan û Platforma Horam, bi rêzgirtina ji bo pakrewanên Kurdistanê dest pê kir.
Hunermed Ferîborz Keremî bi tembûr û defê çend stranên ji bo cemê gotin. Di şevahenga cejnê de gelek peyamên alî û rêxistinên civakî siyasî hatin xwendin û yek ji wan jî peyama KNK’ê bû.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li vir axivî, cejn li tevayî gelê Kurd bi taybetî bawermendên Yarsan pîroz kir û got, “Ev cejn, cejna binaxa berxwedanî û azadîxwaziyê bi saya bawermendên me yên Yarsanî heya bi roja îro hatiye. Ji ber vê çendê jî em li vir bang li tevayî gelê Kurd bi taybetî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin: Wek em dizanin, ev bawerî, bi ruhê berxwedanê vejiyaye û xwe ji tinebûnê rizgar kiriye. ”