
Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, Enstîtuya Kurdî û Komuna Giştî ya Hagenê li Elmanyayê ji bo zarokan şahiya zimanê Kurdî li dar xist. Nêzî 60 zarokî û malbat xwe beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de li ser navê Înstîtuya Kurdî Hacîre Genç û ji Komuna Giştî ya Hegenê Akan Geney axivîn. qisekeran bal kişand ser dîrok û girîngiya zimanê Kurdî.
Piştî axaftinan Koma Govendê ya Şehîd Asmîn derkete ser dikê.
Di şahiyê de nivîskar Elî Kerîmî, Ozlem Ozturk û Îlyas Şen jî lîstikên zarokan fêrî zarokan kir û bi wan re lîst. Şahî bi kilamên dengbêj Necmedîn û Abdulrehîmê Mûşî bi dawî bû.
HAGEN