
'Botan navenda serhildanê ye'
Kara, anî ziman ku bi taybet gelê Botanê xwedî demboriyek tijî serhildane û wiha berewan kir: "Gelê Kurd li hemberî zilmê, li hemberî bêmafiyê tu caran serî ne tewandiye. Bi hêza xwe ya cewherî, xwe bi rûmet û nirxên xwe parastiye. Di dema şoreşa vejinê dejî di pêşkêşî, serkêşî û fedakariyên xwe de tiştek kêm nekiriye. Bi hezaran zarokên xwe feda kiriye. Bi hezaran gundên wan hatine şewitandin, derbeder û penaber hatine hiştin. Bêgûman polîtîkayên xapandin, înkar û asîmlasynê li ser gelê Botanê nehatiye kêmkirin. Li aliyekî ji bo parastina rûmet û nirxên xwe têkoşîn daye û şehîd dane. Li aliyekî din gelek caran di gelek deveran de hatiye lîstikan. Li hemberî têkoşinê hatine bikaranîn, lê rastiyek heye ku divê hêlê de her çi ziyana hatiye dîtin, her çi berdêl hatibin dayîn jî, ji xezîneya vî gelî çûye. Yên ku bi qezenc derketiye her dijminên gelê Kurd in. Her çiyayek, her şikeftek, her newalek, her deravek, bindarek ya Botanê bi xwîna zarokên Kurdan hatiye av dan.
Her wiha Kara wiha berdewamî da daxuyaniya xwe, dijmin bê ku ferq bixwe navbera aligîr û dijber de, bê ku zarok, jin, ciwan û pîr an ji hev cuda bike, kuştin û girtin pêk aniye. Bê ku wîjdanê wî li ser qîrîna zarokekî li ser hewara dê û bavekî biêşe, mal û milkê wan şewitandiye. Di encama wê de ew weke beşek ji gelê Botanê 17 sal in bêcih û war derbeder li dûrî war û xizmên xwe, di nav êş û azar û bê derfetiyan de dijîn. Bi hezaran ji wî gelî koçberî metropolan kirin. Niha jî di nava sefaletekê de dijîn. Beşek jî ji aliyê dijminan ve hatine xapandin û weke cerdevan li hemberî birayên wan têne bikaranîn. Di komkujiya dawî ya ku li ser 35 ciwanên Kurd li herêma Qilabanê de hatiye pêkanîn de, bi awayekî eşkere xuya dike ku dijmin tu cudahî naxwe nav tu Kurdekî. Eşkere ku komkujî bi zanebûn, bi plan û bi fermana rayedarên hikûmetê hatiye pêkanîn. Demek dirêje gelê vê herêmê di haydariya rayedarên dewlet û hikûmetê de. Ji bo debara xwe di nav vê xebatê de ne. Tevî vê 28’ ê meha kanûnê 2011’an ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 35 ciwanên Kurd bê ku bi qasî misqalêkî dudilî bijîn qetil kirin."
‘Dawî li hevkariya hikûmetê bînin'
Kara, rêzdaiya xwe ya ji bo 35 kesan nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êşa wan dijîn û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Bi navê tevahiya gelê Mexmûrê, bang li gundên; Roboskî, Nêrweh, Bileh, Ziravik, Kalikî, Kadun, Şêxan, Sêgirk, Gundê Melê, Gundikê Remo, Bêspin, Avyan, Teyî, Şiwêdî, Çelê, Oremar, Didêrî, Hadrişî, Ripin, Kirorî, Dêrhînî, Batî, Basyan, Hosyan, Hudane û bi taybet bang li kesên ku îro çekên dijmin bi milê wan ve, yên ku ligel dijmin cih digrin, yên ku dengên xwe bi hincetên erzan didin hikûmeta îro ya êrişkar, êdî dem ku mirov li şan û rûmeta xwe, li netewe û welatê xwe, xwedî derkevi hatiye. Êdî dem hatiye ku mirov azadiyê ji her tiştekî bi rûmettir bibîne. Êdî hovîtî komkujî û heqaret bese. Em çeka wan, pereyên wan, derewên wan û xapandinên wan li nav çavê wan bidin, xwe li rûmet û nirxên xwe bipêçin. Yekîtiya xwe ava bikin. Çawa êşa me yek e, em dil, armanc, doz û dengê xwe jî bikin yek. Azadî û rûmet bi têkoşîn, yekîtî, rastî û fedakariyê tê standin.”
Pişti daxuyani hat dayîn gel bênavber dirûşmayên: “Em ji komkujî û qetilkirinan re dibêjin êdî bese”, “Bimre asîmîlasyon û polîtîkayên dij-mirovatî”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
DÎHA/MEXMÛR
Komkujî li DYA’yê protestokirin
Komkujiya Roboskiyê li bajarê San Francisco yê eyaleta Kalîforniya û Nasheville ya patexta eyaleta Tennesseyê , li ber balyozxaneyên Tirk hatin protestokirin.Kurdên li San Franciscoya Emerîkayê dijîn komkujiya di 28’ê kanûnê de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve hate pêkanîn, û di encamê de 35 Kurd jiyana xwe ji dest dan, bi meşekê protesto kirin. Di çalakiyê de komkujî bi pankartan hate protestokirin û bal kişandin ku ev komkujî bi çekên ku Amerîka difiroşe Tirkiyeyê pêk hatiye. Li bajarê Nashville ya paytexta eyaleta Tennesseyê jî goreke sembolîk hate çêkirin û komkujî hate neletkirin.
ANF/SAN FRANCİSCO