Aqil heye... Aqil ji bo însanan e... Ji bo fikirandinêye aqil... Aqil di himberê xwezayê de derman e. Jiyan e... Heke tu aqilê xwe bişuxulînî, ewê jî jiyanek diyarî te bike. Xeynî wê jiyan nîn e. Yanî jiyana însan, tenê biaqilî ve mimkûn e.
Lê mixabin dinya, ne tenê biaqilî ve dizivire. Li ser vê dinyayê qasî mirovên biaqil, mirovên bêqail jî hene û jiyanek jiyane, hê jî di hemêzê jîyanê de ne. Ji ber ku qasî fikirandinê, nefikirandin jî li vî jiyanê xwedî hêz e. Yên tiral, yên sersar, yên bêhêz û bêkar, bi sekna xwe ve, aqilê jiyanê bê quwet dixe. Her roj di milê aqilê de siviktî, di milê derînsaniyetê de girantî pê tîne.
Di bin kuştin û lêdan xwarinê de hin kesên “biaqil” xwe wekî muxatabê aşitiyê dihesibîne, xwe wekî feylesofên ku bi şiklên keviran de wek heykelên bi îhtişam dibîne û radibe û rûdine qala çekberdanê dike. Wekî feylesofeke berîdîrokê, pesna siyasetmeşandineke bêhêz dide...
Lê yên ku mîkrofonê dide ber devê wan jî tim û tim dor kuştinê ne. Bêrawest xwin dirijîne. Bi vî rengî li ser çiyan, li bajar û bajarokan, li gund û zozanan, li deşt û newalan, xwinên xort û ciwanên Kurd dirije. Feylesofên ku ji derva hatine anîn jî bi kêfa xwe xeberan diqîrin. Tevger sucdar dikin, ji partî re pevdiçin, ji nirx û rumetên Kurda re bihêrs qazî dikin û rexne dikin, bi sedema Kurd çekên xwe nedanîtine ji devê wan çi tê tif dikin.
Ji welatên derva hatine, dehan sal li bajarên Ewrûpa wek Ewrûpayî jiyane, dehan sal tu zehmetiyek nekşandine, tu bedelek nedane, helbest nivîsîne, pirtûk nivîsîne, polemîk û maqaleyên hêstiyar nivîsîne û li ser retorîkên siyasî teperep kirine, ji derheqên mafên Kurda tu tiştek nexwastine, tenê wekî dixwazin vegotine, lê ji halê xwe razî tevgeriyane, ji xwarin û vexwarinê dûr neketine, birçî nemane, bêcil û pêxas nemane, li çiya berxwedan çiye nedîtine, serma û baranên zivistanê, tav û germahiya havînê nedîtine û nejiyane, ber dijwartiya tekoşînê bêhna xwe teng nekirine, ber zordestiyê tu car bi îrade xwe nekoşyane, li himberê tu zordestiyên metingeran li ser piyan nerawestine, bi xwe ji bo Kurdistan tu darek neçandine, tu zeviyek neçinandine, tu çemeke Kurdistanê lingê xwe neşuştine, tu carek jî di bin stêrkên çiyayê Kurdistan de nerazane, îşkence nedîtine û ber xwe nedane, şev bi şev mala wan, doşek û balifa wan di bin postalên leşkeran de neqermiçiye, û hwd...
Wekî ku çiroka Geliyê Zilan nebîhîstine, wekî ku li Agirî çi bu û çi qewimî haya wan jê tunîne, wekî ku rayedar û serdarên Tirk çi anîne ser Şêx Seîd, Seyîd Riza û heman rêberên Kurd durî wan e, wekî ku diroka Kurd ne dîroka wan e, wekî ku ling û pêlavên wan ne li ser axa Kurdistan e, yan em nezanin, yan jî ew nezan e...
Ji ber ku gorî rewşa îro, çekberdan, jiyanberdan e...
Çekberdan