Çekdarên PDK´ê li Hewlerê bi ser mala Muhsîn Duzenci de girtin û ji ber Mûhsin ne li malê bû hevjîn û 4 zarokên wî rehîn girtine. Malbata Duzencî 35 rojin di bin çavan de ye.

Malbata Duzencî 13 sal berê ji Navçeya Geverê ya Colemêrgê derbasî bajarê Hewlerê bû û li Hewlerê bi cih bû. Muhsin Duzencî li vir mafê “Welatîbûnê” stend û bû welatiyê Hewlerê. Navê xwe kir Muhsin Mustafa Ezîz. Li ser mafê cot welatîbûnê bang li malbata xwe kir û li Hewlerê bi cih bûn.

Çekdarên PDKê yên li Hewlerê di 25’ê Tîrmehê de bi ser malbata Muhsin Duzencî de girtin û xwestin Muhsîn Duzencî binçav bikin. Lê ji ber ku Muhsîn Duzencî ne li mal bû hevjîn û 4 zarokên wî dîl girtin. Çekdaran ji malbata Duzencî Hemî Duzenci (Xemê Nadirî) û zarokên wê Nurcan (Mihriban Muhsin Duzencî) ya 20 salî, Nurullah (Nurullah Muhsin Mustafa) ya 19 salî, Zeynep (Zeynep Muhsin Mustafa) ya 17 salî, Muhammet (Muhammet Muhsin Mustafa) ya 4 salî 35 rojin li Fermandariya Asayişê ya Bedava ya Hewlerê di bin çavan de rehîn hatine girtin.

 

HEWLÊR