Piştî di 22-24'ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li diji edamên HPG'ê operasyon hate lidarxistin, di operasyonê de 36 endamên HPG'ê jiyana xwe jidest dan. Cenazeyên endamên HPG'ê perçe bûn û gelek ji wan çerm û bedena wan hiliya, reş û şîn bû û şewitî. Di rapora otopsiyê ya Nexweşxaneya Çelê de jî ji bo 4 cenazeyan hate gotin ku şopa guleyan li ser bedena wan nehatiye dîtin û nikarin sedema mirina wan kifş bikin. Her çend Serfermandar got me çekên kimyewî bikar neanîye û di envanterimizde me de çekên kîmyewî tune" jî raporên hatine amadekirin vê yekê nabêjin. Di kovara 2000'e Dogru de bi îmzeya Fermandarê Hêzên Bejayî Necdet Oztorun di 23'ê tîrmeha 1989'an de bi sernavê "Kilawuza Perwerdehiya Ewlehiya Navîn" hate gotin ku TSK dikare çekên kîmyewî û biyolojik bikar bîne. Li gel vê nivisa Fermandar Oztorun hêj tu rayedaran daxuyani nedaye û li ser vê mijarê tiştek negotine. Ji ber vê yekê pirsa gelo hêj ev daxuyanî tê parastin û TSK çekêm kimyewî bikar tîne tê rojevê. Li ser daxuyaniyên malbatên endamên HPG'ê û parazvanên mafên mirovan ên "çekên kîmyewî hatine bikar anîn" Serfermandiyê got "Me çekên kîmweşî bikar neanîne. Di bernameya me de tiştekî wisa tune" Li ser vê gotinê rapora ku hatibû amadekirin vê rastiyê derdixe holê.
Di 6'ê kanûna 2004'an de rapora "Lolînek li Ser Çekên Kîmyewî û Bîyolojîk Tirkiyeyê ên Sunshine Project - No. 3" de hate gotin ku tiştekî wisa ne rast e. Di raporê de tê gotin ku Hêzên Çekdarî yên Tirk di şer û pevçûnan de li ser navê gazên hêsiran çekêm mirinê bikar anîne. Di raporê de wiha hate gotin: "Tirkiye di raporên salane yên pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî dike de dibêje bernameya parastina biyolojîk tune. Lê çavkaniyên herêmê vê yekê wisa nabêje. Dîsa tê gotin ku li beşek Nexweşxaneya Gulhane ya Leşkerî (GATA), de lekolîna çekên kimyewî û biyolojîk ahtiye cdakirin û li vir lêkolîn tê kirin. Ji bo bakreriyên şarbonê teknîkên sterilizasyonê tên pêşxistin.

'Pêkanînên peymana çekên biyolojîk tên binpêkirin'
Di raporê de hate gotin ku Tirkiye Peymana Çekên Biyolojik (BWC) binpê dike û agahiyên zelal nade Neteweyên Yekbîyû. Divê her sal ji bo ewlehî, lêpirsîn û venêrtinê her sal Netewe û tewletên ku peymana BWC'ê îmze kirine raporê bidin Neteweyên Yekbûyî. Di raporê de tê gotin ku Tirkiye bi agahiyên şolî dide NY'ê û ji ber vê yeke nikarin agahiyên zelal û rast bi dest bixin û wiha hate gotin: "Hikûmeta Tirkiyeyê der barê rewşa xwe ya çekêm kimyewî û biyolojîk de daxwaza NY'ê bi raporê nepersivandiye. Ji bo Tirkiye di nava neteweyan de baweriya xwe xurt bike divê li gorî peymanê BWC'ê tev bigere û bersivê bide daxwazên NY'ê. Ji ber vê yekê divê ser sal bi awayekî berfireh rapor amade bike û pêşkêyî NY'ê bike.
'Hate îspatkirin ku di operasyona 20 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest da çekên kimyewî hatin bikar anin'
Di berdewama raporê de hate zanîn ku hate îspatkirin ku hikumeta Tirkiyeyê û TSK'ê li ser navê gazên hêziran çekên kîmyewi bikar anîne. Dîsa di operasyona li dijî hêzên çekdar ên kurd de ku 20 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest da çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Ji ber vê yekê Tirkiye peymana BWC binpê kiriye.
Di raporê de hate gotin ku GATA û beşa NBC'ê, li ser lêkolîn û bikaranîna çekên kîmyewî reng, cûre û nîtelîka çekên tên amadekirin bi awayekî zelal û berfireh diyar nake û agahiyan şolî dihêle. Dîsa di malpera web'ê ya Wezareta Parastinê ya TC'ê de jî hemû agahî berfireh nayên parvekirin.
Di berdewama raporê de tê destnîşan kirin ku di 25'ê sibata 1986'ağn de hatin weşandin wiha tê gotin: "Dikarin gaznên bi jahr bikar bînin. Dikarin bombeyên gaza jahr di navde hebe bên bikar anîn. Çekên NBC'ê dikarin li dijî hêzên dijber ji bo çavşewatê û heziran bikar bînin.
Di dawişa raporê de wiha tê gotin: "Tirkiyeyê di navbera sala 1993 - 2001'an de her sal li ser navê baweriyê rapora BWC'e pêşkêş kiriye.  Tirkiye bi agahiyên pir kêm der barê bikaranîn û hilberîna çekên kîmyewî de agahî didin. "

ABDURRAHMAN GÖK - DÎHA/AMED