Komîteya Rêveber a ‘Jin Rojava Diparêzin’ daxuyaniyek da û bal kişand ser plan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar anî. Şopên li ser bedenên birîndaran vê vekirî nîşan dide. Dîsa ji şopên li ser bedena birîndaran xuya dibe ku fosfora spî hatiye bikaranîn. Tevî vê, hêzên dagirker hemû di serî de nekariye berxwedana jinan û gelên Rojava bişkînin. Heta ku êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê bidome, piştevaniya jinan a di serî de li Kurdistan û çar aliyên cîhanê û berxwedana ji bo Rojava hê zêdetir bihêz bibe.

Herweha di daxuyaniyê de hat gotin, wê xebatên xwe dewam bikin û wê hewl bidin bi xebatên xwe bandorê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên pêwendîdar hemûyan bikin. Ji ber ku dewleta Tirk di warê qirkirin û sûcên şer de tevî çeteyên xwe ketine nava tevgerê.

 

QAMIŞLO