Bendava Şîrvanê ya ku li ser riya navçeya Xizxêrê beriya 2 mehan dest bi xebatên çêkirinê hatibû kirin hate rawestandin. Beriya hefteyekî dema ku HPG’iyan 8 leşker desteser kiribûn û hevalên wan jî dev ji kar berdabûn. Hate hîn bûn ku şîrketê jî xebatên çêkirina bendavê daye rawestandin. Hevalên karkerên ku hatibûn desteserkirin jî diyar kiribûn ku heta hevalên wan bên berdan dê li şantiyeyê bimînin û piştre jî vegerin bajarên xwe. Ji karkeran Salîh Kiran diyar kir ku midûrê projeyê gazî wî kiriye û gotiye xebatên çêkirina bendavê hatiye rawestandin û xwestiye karker vegerin malên xwe.
Salîh Kiran li ser Şaredariya Sêrtê pirsên rojnamegeran bersivand û got ku karkerên ku dixabitîn piştî bûyerê dev ji kar berdane û xwest hevalên wan bên berdan.
SÊRT