Got, 'Dema min ji destpêkê ve got, divê her kes li hemberî kesên dixwazin pêvajoya provoke bikin hişyar bin, mebesta min ev bû.' Buldan got, Ocalan gotiye, hewldanên AKP'ê yên ji destpêka pêvajoyê ve çêkirina qereqolan û veguhastina leşkerî dewam kirin, AKP´ê mijara girtiyên nexweş çareser nekir û bi pêvajoyê re der barê van mijaran de gav neavêt. Têkiliya van bi Liceyê re heye.´
Buldan da zanîn ku Ocalan nerazîbûn nîşanî çêkirina qereqolan daye û got, "ji civîna destpêkê heta ya dawiyê Ocalan dixwaze AKP dest ji amadekariyên şer berde. Di hevdîtina duh de jî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û destnîşan kir ku divê AKP ji hewldanên amadekariya şer vegere." Bûldan da zanîn ku Ocalan gotiye, "Çêkirina qereqol, kelehqol, rê û bendavên bi armancên eskerî, zerarê li pêvajoyê dikin. Gel nerazî ye. Divê tiştekî ku dîmenê şer nîşanî gel dide, neyê kirin. Kelehqol jî yek ji van e û Lice herêmeke nazik e."
Bûldan got, Ocalan banga berpirsyariyê li AKP'ê kiriye û weha pêde çû: "Birêz Ocalan dibêje 'qonaxa em tê de ne hêviyê dide lê di heman demê de ji AKP'ê dixwaze ku hîn bêtir bi berpirsyarî û baldarî tevbigere." Buldan got, Ocalan xwestiye çêkirina qereqolan tavilê were rawestandin, her kes bi berpirisyarî rabe. Bulldan îşaret pê kir ku mebesta Ocalan bi vê çêkirina qereqolan, veguhastina eskeran, hewldanên lîncê yên li dijî gel bû û xwest ku AKP pêşiyê li van bigire.
Ocalan rexneyên xwe yên li AKP'ê bi awayê "em ê AKP'yeke hegemonîk qebûl nekin. Divê AKP tavilê ji rewşa hegemonbûyînê derkeve. Bi Tirkiyeya demokratîk, biratiya gelan a komarê re, derfetên ku her kes dikare xwe bi awayekî azad îfade bike, em dikarin biafirînin." dewam kiriye. Bûldan da xuyakirin ku Ocalan komxebata AKP'ê ya li Amedê jî nirxandiye û got: "Ocalan ev komxebat şopandiye, ev yek girîng e û got, 'Eger wezîrên li wê derê axivîn nexşeya rê amade kiribûna û di wê komxebatê de pêşkêş kiribûna wê li Liceyê ev bûyer neqewimiya. Rojek berê komxebat hat lidarxistin û eger ji vê civînê tiştekî şênber bihata aşkerakirin, nexşeya rê ji raya giştî re bihata aşkerakirin, rojek piştre wê li Liceyê ev bûyer rû nedabûna."
Bûldan da xuyakirin ku ew texmîn dikin di hevdîtina pêş de der barê nexşeya rê de daxuyanî yan jî agahdarkirinek bê kirin û got, "ji îro êvarê û pê ve emê daxwaza hevdîtinê li hikûmetê bikin. Bi wezîrên pêwendîdar re wê ji niha û pê ve hîn bêhtir hevdîtin û nirxandin werin kirin. Em ê bi Birêz Ocalan re hîn bêhtir hevdîtinan bikin. Serdana me ya li Qendîlê jî dibe ku dawiya hefteyê pêk were. Di nava van 10 rojan de em ê hem bi Birêz Ocalan re, hem bi Qendîlê hem jî bi hikûmetê re hevdîtinê bikin."
ENQERE