
Li ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, parêzerê wê pêr nameyek nivîsand û ji bo tevahî dadgehên giştî yên Îranê şand.
Parêzerê Zeyneb Celaliyan, Emîr Salar Dawidî di nameya xwe de ragihand: “Zeyneb Celaliyan li dijî tedawîbûn û xwarina dermanan ji 16’ê Adarê dest bi greva nexwarina dermanan kiriye. Rêveberiya vê girtîgehê û dadgeha Urmiyê ji rewşa tenduristiya Celaliyan berpirse.”
Emîr Salar Dawidî di nameya xwe ya ji bo Dadgerê Giştiyê hemû dadgehên Îranê Mihemed Cehfer Mûntezerî re şandi de gotiye: “Zeyneb Celaliyan ji roja 16’ê Adarê ve bi armanca nerazîbûna xwe li dijî helwesta ne mirovî ya rêveberiya Zindana Xoy û rê ne dayîna wî ji bo biçe nexweşxaneyê dest bi greva ne xwarina dermanan kiriye. Heya rewşa ne mirovî di zindanê de li dijî Zeyneb Celaliyan dawî neyê dest ji greva xwe ya ji bo xwarina dermanan bernade.”
Metirsiyeke mezin heye
Emîr Salar Dawidî: “Em hemû li hemberî rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan nerazî ne. Weke em hemû dizanin rewşa çavên Celaliyan pir nebaşe, ger greva xwe dewam bike wê metirsiyek mezin li ser tenduristiya wê çêbibe. Ji rewşa tenduristiya Celaliyan rêveberiya Girtîgeha Xoyê berpire û berpirsên dadgehên Urmiyê.”
Hêjayê gotinêye ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ev qasî 11 sale di zindanê deye.
NAVENDA NÛÇEYAN