Li Efrîkaya Rojava piştî lêkolîna genetîk a li ser gelek civakan, genên celebekî mirovan yê ku ku heta niha hê nehatiye pênasekirin, hate tespîtkirin.
Di genên mirovên niha Homo Sapîens de şopên genên Neandertal û Denîsovayan hene ku bi beriya niha bi deh hezaran salan qeliyane. Lê genên mirovokên ku heta niha bi wan nayê zanîn li Efrîkaya Rojava derkete holê.
Di lêkolîna genetîk de ku pisporên Zanîngeha Calîfornîyayê ya li Los Angelasê kirine, li şûna fosîlên mirovan, DNA’yên mirovên ku niha dijîn hate dahurandin. Di encama van analîzan de genên celebekî mirovan hate dîtin ku heta niha nehatiye pênasekirin û bi rengê, ‘’celebe reşeyan’’ hatiye qeydkirin.
Di lêkolînê de ya ku li kovara Scîence Advances de weşiyaye tê gotin genên ku nû hatine dîtin di wê zincîrê de ku pêşiyên mirovan pêk anîne wê bibe xwedî cihekî nû.
NAVENDA NÛÇEYAN