Bi konvoyeke ji sedan wesaîtan, cenaze xistin ser rêya Mûşê û li hemû rêgehan ji aliyê girseya gel ve bi nîşaneya serketinê hatin pêşwazîkirin. Konvoy li rêveqetîna Balafirgeha Mûşê ya li ser rêya bejahî ya navbera Mûş-Bêdlisê rawestiya û cenazeyê Rojîn Gevda xistin ambûlanseke din û şandin Wanê. Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Huseyîn Mahîr jî ber bi gundê Tivnîk ê ser bi navenda Mûşê ve birêkirin. Konvoy beriya bigihêje gundê Tivnîkê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. 3 kîlometre beriya gund, darbesta Çelîk bi rengên kesk, sor û zer û ala PKK'ê hat xemilandin. Piştî cenaze gihaşt mizgefta li meydana gund, nimêja cenaze hat kirin. Li dû nimêjê jî, girseya gel darbest li ser piyan bir goristana gund.

Kurê Fermandarê HPG'ê Çelîk Ûmût Çelîk li merasîmê peyivî û got, "Me bavê xwe weke; kesekî ku di tevahiya temenê xwe de jiyaneke bi rûmet, aştî û biratiyê diparêze, nas kirin. Di vê têkoşîna wî ya bi rûmet a bi rêya dayika me, ji me re ragihand, emê ala wî li dûxwe hiştiye hilgirin asta herî bilind û li wê der li ba bidin."
Hevseroka Kadî Çelîk Nevîn Çelîk jî got, " Ez bi wî serbilind û rûmetdar im. Emê hewl bidin hêjayî wî bibin. Yekemcar wî Rêber Apo û felsefeya wî, hînî min kir. Ji min re digot, 'Tevgereke bi vî rengî heye û hemû cîhan wê bi PKK'ê bihese, nas bike'. Ez gelekî kêfxweşim ku min van rojên wî behs dikir, dît."
Di merasîma cenaze de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mûşê Naîf Erol,
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û Demîr Çelîk jî axifîn. Piştî axaftinan cenazeyê Çelîk hat veşartin. Li dû veşartina cenaze jî girseya gel li gund hat sersaxiya malbatê û serdanên sersaxiyê wê sê rojan dewam bikin.

MÛŞ