ERDAL ALIÇPINAR/KOLN


Tora akademîyenên Kurd, Kurd-AKAD´ê yekem car e ku xelatên rûmetê ji ber hewl û keda derasayî ya zanistî û angajmana siyasî dide. Kurd-AKAD´ê ev xelat da Prof. Dr. Celîlê Celîl û Prof.Dr. Noam Chomsky. Bi merasîmeke li Kolnê hem xelatên wan dan û hem jî beşdarên merasîmê bi muzîka Memo Gul û Yekşa Bekirciyan xenî kirin.

Seroka Kurd-Akadê Dr. Dersim Dagdeviren axaftina destpêkê kir, malavahiya herdu xelatkirina kir û got, „Ji bo me rûmeteke mezin e ku herdu kesên rûmetbilind jî xelata me qebûl kir. Piştî wê endam Kurd-Akadê Dr. Emra Ilgün-Birhemoglu peyivî û êşaret bi girîngiya avakirina toreke akademisyenên Kurd kir ji bo wê yekê ku behremendiyên pîşeyî û zanistî di rêya kariyerekî ferdî de heba nebin û karibin ji bo xêra miletekî karibin bên berhevkirin û bikaranîn. Dr. Emra Ilgün-Birhemoglu got, di vê rêyê de Kurd-AKAD´ê gav avêtin û niha pêşniyazên çareseriya pirsgirêkan dike.


Wî pîvan bilind kirin

  Di merasîma xelatdayînê ya li avahiya Rautenstrauch Joest Museum de axaftina xelatdayîna Celîlê Celîl, Dr.- Zerdeşt Haco kir. Haco tercîha xelata rûmetê ya ji bo Celîlê Celîl weke biryareke gelekî serketî bi nav kir û got, vê yekê jî ji bo ciwanên zanyar ên ku paşê wê bibin namzetê vê xelata rûmetê pîvan û şert bilind kirine. Haco bi bîr xist ku Celîlê Celîl bi karê xwe yê zanistî di meydana Kurdolojiyê de berhemên zêde û hêja dane ku bingehek ji bo vê lêkolînê daniye.

 

Yekîtî wê Kurdan bi ser bixe

Celîlê Celîl ê ku xelata xwe wergirt jî, malavahiya Kurd-AKAD´ê kir û got, "Akademîsyenên Kurd ne tenê di warê zanistî de, her weha di warê siyasî û çandî de jî gelek berdêl dane û bi ser ketine." Celîl bi bîr xist ku demên bihurî Kurd her di siyasetê de wekî bireser, weke obje bi cih bûne, hatine bi kar anîn û ew di siyasetê de timê hatine qurbanîkirin. Celîl îşaret bi wê yekê kir kku di nava 50 salên derbasbûyî de Kurdan destketiyên mezin bi dest anîne û êdî ji objebûna siyasî bûne kirdeyekî diyarker ê siyaseta li rojhilata Navîn.

Celîl bûyerên piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û got, "Heger Kurdan karîbûya yekîtiya xwe ava bikin, ev encam wê derneketane holê. Yekîtî ne tenê eskerî ye. Divê li her warî bê misogerkirin. Li Kerkukê Kurd careke li xiyanetê qelibîn. Akademisyen û întelektuelên Kurd jî divê vê bibînin û siberojê bêhtir bibin yek."

 

Ji bo Chomsky jî rûmet e

Axaftina rûmentdayînê ya ji bo Noam Chomsky jî Prof Dr. Kariane Westrheim kir. Wê behsa jiyan û berhema Chomsky kir ku nexasim jî bi Theoriya Gramera Gerdûnî ji bo zimanzaniyê yek ji wan kesan e ku hîmê zimanzaniya modern danî.  Li aliyê din ji dema şerê Viyetnamê ve li dijî şerên mêhtingeriyê bûye xwedî helwêst, destek daye miletên bindest û di nava van de Kurd jî hene. Westrheim got, “Chomsky dibêje, divê akademîsyen û întelektuel li hemberî hîlekarên civakê dixapînin, bêdeng nemînin. Ew dibêje, ji bo ku mirov rastiyan bibîne û wan biparêze, ne lazim e mirov întelektuel be." Di peyama Chomsky yê ku ji ber temenê xwe bi xwe nekarîbû bê merasîmê jî hat xwendin û wî got, ji bo min rûmeteke herî bilind e ku ez hêjayî vê xelatê hatime dîtin. Li ser daxwaza Chomsky, Prof. Dr. Westrheimê xelata wî wergirt.


Apê Musayê Emerîkayê

Parlamenterê HDP´ê yê ku dewleta Tirk parlamenteriya wî xesp kir, Faysal Sariyildiz jî got, herdu xelat jî girîng in, û got, "Kurd ji bo Noam Chomsky dibêjin, Apê Musayê Emerîkayê". Sariyildiz îşaret bi ked û hilberînên Celîlê Celîl ûş tevahiya malbata Celîl kir û got, divê Kurd bi qîmetê vê kar û xizmeta wan zanibe.


‘Kurd-AKAD mînakek e’

Parlamenterê HDP´ê Prof. Mithat Sancar jî behsa zilma dewleta Tirk kir û got, dewletên Ewrûpî bi vê zilmê dizanin û wiha peyivî: "Em naxwazin kes dilê xwe bi me bişewitîne. Em dadê û azadiyê dixwazin. Em dixwazin li dinyayê têkoşîneke demokrasiyê ava bikin. Em vê ne tenê ji bo Kurdan dixwazin. Em jiyaneke hevpar dixwazin. Îro yên ku li dijî DAIŞ´ê li ber xwe didin jiyaneke nû ava dikin. Dixwazin Rojhilateke Navîn a azad ava bikin. Ev ne tenê wir elaqedar dike, encamên wê wê ji bo Ewrûpa û tinyayê hebin. Kurd-AKAD ji bo Kurdan ji bo têkoşîna hevpar mînakeke baş e."