Tevî ku ji bo çêkirina bendavê şert e 900 rojan were sekinandin, Bendava Silopiyê di nava 540 rojan de îhaleya wê hat kirin û hat temamkirin. Projeyên avdaniyê jî ji ber ku budce jê re nîne, nayê xilaskirin.
Avê didin ser dîrokê
Li aliyê din li ser sînorên Botan û Behdînan û Herêma Başûrê Kurdistanê gelek mîrateyên çandî yên cuda û hebûneyên çandî yên nabe ji cih bên rakirin, wê di nava ava bendavan de bimînin. Ji Geliyê Qesrîk ê çemê Dîcleyê ku ji Mezopotamya Jêrîn dest pê dike û heta Çemê Hêzilê yê li herêma Besta ya Şirnexê, hemû qadên dîrokî yên li perava Çemê Dîcleyê yek bi yek tune dibin. Ji Geliyê Qesrîkê heta Medreseya Feqiyê Tehran, Dêra Fînîke, Kelehên Asûriyan, Pençeyên Tîmûrlenk, Qesir û Keleha Aledîn wê gelek berhemên dîrokî di binê avê de bimînin.
Pêvajoyê bendav bi dawî neanîn
Serokê Şaxê Amedê yê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Harûn Yalçinkaya der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî di bin navê ‘ewlekariyê’ de çêkirina bendavan dewam dike. Yalçinkaya da xuyakirin ku li cihê nêzî her înşaeta bendav û HES’an a li ser xeta sînorê bi Başûrê Kurdistanê re qereqol û qaleqol hatine çêkirin û got, “Li herêma Şirnexê 2 ji bendavên ewlekariyê qediyan e. 5 ji wan jî li gel pêvajoya aştiyê tên çêkirin. 7 Bendên Avê yên di sala 2008’an de Midûriyeta Giştî ya DSÎ li Şirnexê dan îhaleyê, 2 ji wan bendavên Şirnex û Sîlopiyê avakirina wan temam bûye û dest bi bikaranînê kirine, înşaeta 5´an ji wan (Bendava Şirnexê, Bendava Balli, Bendava Kavşaktepe, Bendava Musatepe û Bendava Çetîntepe) hînê dewam dike.”
Bendav cureyan tine dikin
Yalçinkaya da zanîn ku bendavên li Kurdistanê tên çêkirin dikarin di asteke mezin de rê li ber karesatê vekin û got, “Dema HES ên li herêmê temam bûne werin lêkolînkirin, wê bê dîtin ku ava çemên diçin ser wê hema bêje hemû çikiyane û ev yek ji bo zindiyên di nava avê de dijîn xeteriyeke mezin e. Her wiha cûreyên nebat û çûkan ên li herêmê jî wê tune bibin.”
Bendavên li ser xeta Başûrê Kurdistanê hatine çêkirin ev in: 1- Bendava Şirnex Sîlopî, 2- Bendava Şirnexê, 3- Bendava Şirnex-Qilaban, 4- Bendava Şirnex-Balli, 5- Bendava Şirnex-Kavşaktepe, 6- Bendava Şirnex-Musatepe, 7-Bendava Şirnex-Çetîntepe, 8- Bendava Colemêrg-Çocûktepe, 9- Bendava Colemêrg-Golgeliyama, 10- Bendava Colemêrg-Beyyurdu, 11- Bendava Colemêrg-Aslandag.
DIHA/AMED