Moderatoriya Êvara Xwendinê ya dawiya hefteyê ji aliyê nivîskar Lerzan Jandil ve hat kirin. Nivîskar Munzur Çem ji pirtûka xwe yê ‘70 salên Ûsivê Qurzê’ hin beş xwendin. Pirtûk ji çîrokên trajîk yên Ûsivê Qurzê ku bi xwe jî rasterast di nav Komkujiya Dêrsimê de bûye, pêk dihatin.
Nivîskar Munzur Çem sedemê hilbijartina serpêhatiyên Ûsivê Qurzê ya di Êvara Xwendinê û bîranîna Komkujiya Dêrsimê de wiha rave kir: “Ûsiv sala 1920’an ji dayîk bûye. Gava jenosîda Dêrsimê dibe, ew 18 salî bûye. Bi xwe jî di nav bûyerê de bûye. Wek nimûne; malbatek hebûye, ji wê malbatê sê mêr tên girtin, zarok û zêrc baz didin, dikevin nav daristanekê, ew jî bi wan re bûye. Ev beşa ku me bi Kirmançkî li vir xwend behsa serpêhatiyên wan dike, çi hatiye serê wan, çi jiyane û çawa karîne li jiyanê bimînin.”
38 hê jî dewam dike
Nivîskar Munzur Çem rewşa îro ya gelê Kurd tê de jî bi bîr xist û diyar kir ku Komkujiya sala 1938’an hîna jî dewam dike. Çem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd miletek bindest e, mixabin ew komkujî hê jî li ser Kurdan berdewam in. Li aliyê din miletekî qehreman e, di nav êş û komkujiyan de jî dikare li ber xwe bide. Niha rêxistin hene, kesayet hene, rewşenbîrên Kurd hene, ev berxwedan jî dewam dike. Mixabin lawaziya Kurdan jî ev e ku yekîtiyeke wan a xurt nîne.”
YEKO ARDIL/BERLIN