Prof. Dr. Cemal Nebez pêr li paytexta Elmanyayê Berlînê, li nexweşqxaneya ku lê dihat dermankirin, wefat kir. KNK bi wefata Nebez xemgîniya xwe îfade kir û sersaxî ji miletê Kurd re xwest.
Prof. Dr. Cemal Nebez sala 1933’yan li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Wî li ser teolojiya Îslamî, felsefe, psîkolojî, fizîk û bîrkariyê xwendina xwe temam kiribû. Di navbera salên 1955 û 1961’ê de li lîseyê dersên matematîk û fîzîkê dan. Dema diçe Ewrûpayê li wê derê jî li gelek zanîngehan dersan dide.
Wî di nav avakerên Komeleya Azadî, Vejîn, Wemheviya Kurd Kajîk de cih girtibû. Her wiha li Ewrûpayê ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê ava kir. Di sala 1985’an de ligel penaberên din ên kurd, Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kir.
Nebez ku li Elmanyayê di dadgehan de wergêrî jî kir ji bilî Kurdî bi zimanên Erebî, Farisî û Elmanî jî dizanî. Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine. Hin pirtûkên wî li Tirkiyeyê hatin çapkirin. Ji pirtûken wî “Kurd (Dîrok û Kultura Wan)” ji Weşanên Avestayê bi wergera Ergîn Opengin hat weşandin. Her wiha Weşanên Rûpel jî pirtûka wî ya lêkolînî “Mîrê Kurd, Mîr Mihemedê Rewandizî” weşand.
Prof. Dr. Cemal Nebez nêzî mehekê li nexweşxaneyeke Berlînê dihate dermankirin û doh lê wefat kir.
Stêrkeke geş xuricî
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya wefata Cemal Nebez peyameke sersaxiyê weşand. KNK´ê ji malbatê, xizmên wî û gelê Kurd û Kurdistanê re sersaxî xwest û got, “Em hevxem û dilgiraniya xwe nîşan didin. Dibêjin; mala te ava û giyanê de bilind, şa û bextewer be.”
KNK’ê diyar kir ku bi koça dawî ya mamoste Cemal Nebez re stêrkeke geş û ronîder ji ezmanê hizra neteweyî, rewşenbîrî û zimanê şîrîn ê Kurdî xuriciye.