Rojnamegerên Kurd ji bo bêtir xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe biparêzin li Amedê Cemîyeta Rojnamegerên Azad ava kir. Cemîyeta ku li ser rêgeza azadiya ramanê û demokratîkûnê hatiye avakirin, hemû rojnameger ên fikra azad diparêze û rastiyê esas digire dikarin di bin baneyê cemiyete de xwe bi rêxistin bikin. Cemîyet demokrasî, ekolojî, azadiya zayendê û tevlêbûna demokratik esas digire. Li dijî wêderkbûnê azadiya ramanê diparêze û cih dide hemû îfadeyan. Ji bo agahîgirtin û dayînê tu sînor û zextan qebûl nake. Mafê rojnamegeran diparêze û destûr nade ku rojnameger li dijî sincên civakê tev bigerin. Dîsa ji bo mafê rojnanegeran ên civakî û çandî xebatê dimeşîne.


Wê karibe şaxan ava bike

Cemîyetê di rêziknameyê de ji bo mafê jinan bêtir biparêze û pêş bixe cudahiya posîtif dike. Rojnamegerên ku zextên fizîkî, derûnî û aborî li ser hevserên xwe bikin û mafê perwerdehiya zarokên xwe yên jin asteng bikin, zarokên xwe bi berdel, qelen û di temenê zarokantiyê de bidin zewicandin û di bin navê evîn, flort û namûsê de zextan li ser jinê bimeşîne endamtiya wan nayê qebûlkirin.
Cemîyet, dê karibe ji bo rojnamegeriyê stajyeran perwerde bike û jibo kar bibîne dê bibe alîkar. Ji bo rojnamegeriya jinê pêş bixe dê alîkariya hewedar bike. Cemiyet, di çarçoveya xebatê de dê cih bide rêxistinbûna jinê. Dê bi komele, Wakif, sendîka û rêxistinên civakî re hevbar xebatan bimeşîne. Dê ji bo xebatên hemarmanc di nava platforman de cih bigire. Navenda cemiyetê dê li Amedê be. Dê karibe li bajarên din ê Tirkiyeyê jî şaxan veke.

‘Lazimiyek bingehin e'

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettin Çelîk, diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî çapemeniyê di salên dawî de zextên giran tên meşandin û wiha got: "Di salên 90'an de piştî Tevgera Gelê Kurd a Azadiyê pêş ket, saziyên çapemeniya Kurd ji hat avakirin. Li gel ku gelek saziyên çapemeniya Kurd hene jî heta niha Cemiyeta çapemeniya azad tune bû. Ev lazimiyek bingehin bû. Wekî pêdiviyek bingehîn hat dîtin û hat avakirin. Ji bo rojnamegerên Kurd û azad xwe di bin banekî de bêtir bi rêxistin bikin û bi hêz bikin û karibin bêtir mafê xwe biparêzin ev cemiyet hat avakirin.
Çelîk, da zanîn ku rojnamegerên Kurd di salên 1990'an de dihatin kuştin û di salên dawî de jî tên girtin û rastî cezayan tên. Ji bo em li hevalên xwe yên girtî û mafên wan tên binpêkirin xwedî derkevin û mafê wan biparêzin û dîsa pêş bixin me ev cemiyet ava kir. Em dê hem mafê rojnamegeran biparêzin û hem jî di qada herêmî û tevahî de rojnameeran pêş bixin û xurt bikin." 

DÎHA/AMED