Hate diyarkirin ku cenazeyên 5 jê jin, 8 gerîlayên ku di 12’ê berfanbarê de, di êrîşa li navçeya Xorxola Çewlikê hate lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê û tesbîtkirina nasnameyên wan birine Saziya Tib Edlî ya Stenbolê. Pisporek a/ê Tiba Edlî ku nexwest navê xwe aşkera bike, der barê vê pêkanînê de agahî da ANF’ê û got ku ev pêkanîn ne pêkanîneke asayî ye. Pispora/ê Tiba Edlî diyar kir ku ev karûbarên wiha li herêma cihê bûyer lê qewimiye tê kirin. Her wiha, da diyarkirin ku ji ber wê jî diviyabû pêşî ev 8 cenaze biribana Tiba Edlî ya Çewlikê an jî Serokatiya Tiba Edlî ya Meletiyê û ragihand ku divê were lêkolînkirin ku çima ev 8 cenaze birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.

Dixwazin çi tarî bikin? 

Pisporê Tiba Edlî bibîrxist ku di dema komkujiya Vegera Jiyanê ya 19’ê Kanûnê de, hin cenaze di bin navê otopsiyê de biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û gule ji cenazeyan derxistibû û ji bo windakirina delîlan bi cenazeyan leyistibûn. Pispor da diyarkirin ku gelek caran, di çarçoveya daxwaza dozgeran de delîlên ku li cihê bûyerê tên dîtin, di labaratûarên polîs an jî cendirmeyan de tên lêkolînkirin û got, dibe ku bi vê dixwazin delîlan tune bikin. Li aliyê din, Serokê BDP’a Meletiyê Zafer Bayram diyar kir ku wî ji bo zanîna aqûbeta 8 gerîlayên ku tê gotin li Çewlikê jiyana xwe ji dest dane, çûye Edliyeya Meletiyê û serî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê daye.

ANF/STENBOL