Li navça Gelîboliya Çanakkaleyê hat îdîakirin ku Denîz Yurseverê 31 salî û ji Dêrsimê ye di şeva 02'yê Çileyê di dema nobedariyê de bi çeka G-3'ê xwe kuşt. Cenazê Yurtsever piştî karûbarên otopsiyê ya Saziya Edlî Tiba Stenbolê bidawî bûn anîn navça Ceyhana Edenê. Cenazê Yurtsever vê şeveqê ji morgê girtin û birin mala bavê wî. Piştî ku li vê derê wecibên olî hatin pêkanîn, ji bo bê veşartin ber bi goristana asrî ve birin. Tevî endam û rêvebirên BDP'ê, rêvebirên CHP, ESP û EMEP'ê, Şaredarê Ceyhanê û midûrên bajar û navçan ê ewlehiyê tevlî merasima cenaze bûn. Balkêş bû ku cenaze bilez û bez hat veşartin û di merasimê de gelek polîsên sivîl jî amade bûn.
'Wekî ku birevînin veşartin'Di dema veşartina cenaze de cenaze ji darbestê dernexistin û bilez û bez hat veşartin. Dema ku xwestin hêj melle nehatî bê veşartin malbatê bertek nîşan da. Wêneyên ku Yurtsever jê hes dikirin xistin darbestê. Piştî cenaze hat veşartin dayîk û xuşda Yurtsever ji ser hişên xwe ve çûn û rakirin nexweşxanê.
Piştî cenaze hat veşartin li taxa Yarsuatê konê şînê hat vedan.
DÎHA/EDENE