Her wiha 4 malbatên endamên HPG’ê yên ku di 14 hezîranê de jiyan xwe ji dest dane cenazeyên zarokên xwe teşhîskirin. Malbata endamê HPG’ê Yasîn Mîrzayî ku di pevçûna 14 hezîranê de jiyan xwe ji dest dayî seri li ÎHD’ê Wanê da.
Malbata Endama HPG'ê Ferdane Kaya (Şerda Gever) a ku di 15'ê sibatê de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze bigire 20 roj berê serlêdan kir lê hêj tu bersiva ji malbatê re nehatiye dayîn.
Malbata Endama HPG'ê Ferdane Kaya (Şerda Gever) a ku li Şirnexê di pevçûne de jiyana xwe ji dest da 20 roj berê ji bo cenaze bigire serlêdan kir lê hêj tu bersiv negirtin e. Bavê Ferdane Kaya Kamîl Kaya berê di 19'ê hezîranê de li Dozgeriya Şirnexê û pişt re jî li Dozgeriya Amedê ji bo cenaze bigirin serlêdan kirin. Kaya li Amedê ji bo tesa DNA'yê xwîn da lê hêj tu bersiv nedan wan. Kaya, diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e ku cenazeyê keça xwe bigirin û wiha got: "Cenazeyê keça min li goristana bêkesan a Meletî hatiye definkirin. Keça min bêkes nîn e bav, xizim û gelê wê heye. Êdî bila ev bêhiqûqî bî dawî bibe û cenazeyê me bidin me.” Kaya, da zanîn ku têkildarî mijarê de serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û ji saziyên mafên mirovan daxwaza piştgiriyê kir.

Cenaze hatin teşhîs kirin 

Cenazeyên 4 Malbatên ji 5 HPG'iyên di pevçûna 14'yê Hezîranê ya li bejahiya navçeya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dabûn vê şevqê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbatên ku ji bo cenazeyên xwe teşhîs bikin derbasî saziya edlî tiba Meletiyê bûn. Ji wan malbatan Malbata Nebî Sinir (Kawa Amed) karûbarên teşhîskirina cenazeyê xwe temam kirin. Malbatên Reşat Ari (Kamuran Penaber), Abdulgani Bulut (Rêber Bagok) û Selman Elîş (Karker Cegerxwîn) jî li morga saziya edlî tibê cenazeyên xwe teşhîs kirin. Tê payîn ku malbat cenazeyênx we bigirin û ber bi bajarên xwe ve birê bikevin. Cenazeyê Nebî Sinir li Amedê, Abdulganî Akbulut li Nisêbînê, Reşat Arî li Serêkaniyê û Selman Elîş jî li Şemrexê dê bên veşartin.
Malbata Yasîn Mîrzayiyê HPG'î yê di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê ya di 14'yê Hezîranê de jiyana xwe jidest dabû ji bo cenazeyê xwe bigire serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê da.
Malbata Yasîn Mîrzayiyê HPG'î yê di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê ya di 14'yê Hezîranê de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe jidest dabû ji bo cenazeyê kurê xwe bigire ji bajarê Xoya Îranê hat Wanê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê da. Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Omer Işik diyar kir ku malbat ji Îranê hatiye û serî li wan daye. Işik diyar kir ku ew ê di warê hiqûqî de piştgirî bidin malbatê.
Bavê Mîrza Sevdîn Mîrzayî jî diyar kir ku ew ji piştî nîvro û pê de tu agahî ji kurê xwe negirtine, li ser agahiya leşkerên Îranê ji bo aqûbeta kurê xwe bipirsin hatine Tirkiyeyê. Mîrzayî da zanîn ku Îran cenazeyan qebûl nake û anî ziman ku leşkerên Îranê jê re gotine cenaze neynin Îranê. Mîrzayî diyar kir ku ji ber dijminiya Îranê ya li hemberî gelê kurd Îran cenazeyan qebûl nake. Malbat ji bo cenaze bipirse ber bi Meletiyê ve birê ket. Malbat li Meletiyê dê biçe morga saziya edlî tibê û serî lê bide. 

COLEMÊRG /MELETÎ / WAN