Cenazeyê şervanê HPG’ê Îsa Şemis (Bawer Cûdî) ku ji Rojhilatê Kuridstanê yê, ji aliyê şêniyên bajarê Dêrikê ve ji Nexweşaxaneya Niştîmanî hate wergirtin. Girseya gel ku şevanên Yekînekyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê jî di nav de bûn, cenaze rakir û bi karwanekî ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ve oxir kir. 

Piştî ku girse gihişt deriyê sînor merasîmeke leşkerî hat lidarxistin û merasîma oxirkirinê jî destpê kir. Ji fermandarên YPG’ê Elî Dêrik, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn axivîn.

Elî û Perwîn ji malbata şehîd û tevahiya gelên Kurd û Êzîdî re sersaxî xwest. Pişt re şervanên YPG û YPJ’ê cenazeyên Bawer rakirin. Cenaze di Deriyê Sînor ê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Gerîlayê HPG’ê Îsa Şemis di 27’ê Mijdarê de di berxwedana Şengalê de jiyana xwe jidest dabû.

Tê payîn ku cenazeyê Bawer li Goristana Şehîdan a Qendîlê were oxirkirin. 


 ANHA/DÊRIK