Ciwanê bi navê M. Şahîn Demîr ê doh li navçeya Amedê Bismîlê di êrîşên piştî merasima cenazê ya gerîllayên HPG´ê Welat Argiş û Şehriban Argiş de, di teqînekê de jiyana xwe jidest dabû. Cenazeyê Demîr, doh bi karwaneke ji sedan wesaîtan birin gundê Kelekê ya navçeya Mêrdînê Şemrexê. Cenazeyê Demîr bi sloganan û loriyên dayîkan birin gund. Girseyeke qelabalix tevlî merasîma cenazeyê bû û tevî wêneyên Şahîn Demîr, posterên Ocalan heta goristana gund meş lidarxist.
Bi hezaran kes tevlî merasîmê bû
Tevî malbat û xizmên Demîr, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sihem Elveren Alp, Serokê BDP'a Şemrexê Îbrahîm Çoku, Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş, Şaredarê Çinarê Ahmet Cenîz, Şaredara Bismilê Emîne Cemîloglu û nûnerên MEYA-DER'ê jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasimê bûn. Hezaran kesî li vir Demîr bi sloganên "şehîd namirin" spartin axê.
'Divê zihniyet were lêpirsîn'
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata di merasimê de axivî û got; "Hûn bigirin jî, bikujin jî ev gel wê bin nekeve. Vî gelî biryara xwe daye. Em dibêjin an azadî an azadî. Berdêlê wê çi dibe bila bibe, em ê tu caran ji sekna xwe ya bibiryar tawîzê nadin. Zarokên vî gelê ji bo mirinê bedenên xwe kirin sîper. Ya ku em jî bikin girêdana me ya bi têkoşîna van canfidayan e. Polîs dibêje; 'di destê wî de bombe teqiya.' Em bibêjin ev gotina wan rast e. Ev zihniyeta dibe sedem ku ciwan bombe, molotof bixe destê xwe, ev zihniyeta dibe sedem ku ciwan çek bigirin û derkevin çiyayan divê baş were lêpirsînkirin."
Bi zextan çareserî nabe
Akat anî ziman ku bi zext û binpêkirina mafê gelê kurd çareserî ne mimkûn e û berovajî vê yekê ev rêbaz wê rê li ber aloziyê vebike. Akat axaftina xwe weha dewam kir: "Eger tu ji avasaziya komarê heta niha nasnameya vî gelî nas nekî, zimanê wî nediyê û tune bihesibînî bêgûman jin û ciwanên kurd jî bi awayekê wê bersîva vê bidin. Eger pirsgirêka kurd çareser nebe ev yek wê hîn mezintir bibe û sebra gel derbas bike. Hûnê wê demê sibê nekaribin pêşiya vê yekê bigirin."
Piştî axaftinên hatin kirin bi hezaran kesî bi sloganan nêzî 2 kîlometreyan meşiyan. Ji bo M. Şahîn Demîr jî li gundê Kelekê konê sersaxiyê hat vedan.
DÎHA/ MÊRDÎN