Li Til Berek birîndar bû
Piştre girseyê cenaze bi karwanekî tirmpêlan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bir. Li riya ketina gund, karwanê tirmpêlan rawestiya û welatiyan cenaze li ser milan heta goristanê bir. Piştî girse gihîşt goristanê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ciger axivî û da zanîn ku soza “şopandina riya şehîdan” dubare kir. Zelal Ciger, da zanîn ku pêwîste hemû kes dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan bidin û erkên xwe yên netewî baş pêk bînin. Li ser navê YPG'ê jî Şîlan Amûdê axivî û got ku Nîdal Salih ji destpêka avakirina YPG'ê de kedek mezin daye û li gelek qadên şer cihê xwe girtiye.
Bavê du zarokan bû
Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Aldar Esed, li ser navê malbata Şervanê YPG'ê Nîdal Salih biryarê wî Ebdulrezaq Salih axivîn û soza şopandina “riya şehdîdan” dan. Di merasîmê de endamekî Tevgera Ciwanên Şorşger jî tevlîbûna xwe ya YPG'ê îlan kir û soz da ku ew ê çeka Nîdal Salih hilgire. Piştî axaftinan girseyê cenazeyê Nîdal Salih bi tilîlî û diruşmeyan spart axê. Nîdal Xelîl Salih bi navê nas Welat Hesekê di sala 1980 de li Hesekê hat dinê û endamê leşkerî ya meclîsa YPGê bû. Salih di berxwedana li dijî komên çete ya li bajaroka Til Berek ya 5'ê çile de birîndar bû û di 7'ê çile de jiyana xwe jidest da. Nîdal Salih zewicî bû û 2 zarokên wî hene.
ANHA/HESEKÊ