‘Em pê ser bilind in û bi rûmet in’
Parlamenter Yildirim di merasîmê de axivî û ji bo malbatê sersaxî xwest û got ku gelê Kurd di têkoşîna xwe de heta dawî mafdar e û ew di şexsê Arslan de hemû berxwedêrên ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ax û nasnameya xwe diparêzin silav dike.
Piştre dayika Arslan, Guzel Arslan axivî û spasiyên xwe li kesên beşdarî merasîma cenaze bûne kir û wiha got: “Em pê ser bilind in û bi rûmet in. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Hêvîdar in ku ev bibe dawî. Firatê min bi qîmet bû.”
Piştî wecîbeyên olî welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn ji bo sersaxiyê derbasî konê şînê ya li taxa 8 Martê.
MÊRDÎN