Ji 15 gerîllayên jin yên HPG´ê ku di 24´ê Nîsanê de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê Yildiz Cumo(Rojda Efrîn) ya ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê malbata wê ve hate girtin. Malbatê berî niha ji bo cenaze bigire serî li Dozgeriya Meletiyê dabû.
Piştî testa DNA´yê bi encam bû, malbatê careke din ji bo cenaze bigire ji bajarê Efrînê çû Meletiyê.Malbatê doh tevî rêveberên MEYA-DER´ê yê Şaxê Amedê, serî li dozgeriyê da. Paşê tevî Rêveberên BDP derbasî Morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Înonu a Melatiyê bû û cenaze wergirt. Malbatê tevî cenazeyê ber bi bajarê Efrînê ve bi rê ket.
MELETÎ