Cenazeyê têkoşera Kurd Şehnaz ku pêr  di deriyê Nisêbînê re gihiştibû Qamişloyê,  birin malbatê ya li taxa Qudûrbeg, piştî nerîna dawî cenaze birin Mizgefta Xalid Bin El-Welîd a li taxa Qudûrbeg. Seta di 17.00᾿an de cenaze ji aliyê hezan kesî ve li ser milan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselûn hate oxirkirin.

Welatiyên ku bi cenaze re dimeşiyan bê navber durişmeyên wek "Şehîd namirin",  berzkirin. Li gorîstanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Elî Umer axivî û da zanîn ku ew ê heta dawî li ser riya şehîdan bimeşin. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed axivî û da zanîn ku destkeftiyên  îro yên gelê kurd bi ked û berxwedana Şehnaz û hevalên wê hatine bidestxistin.
Merasîm bi helbestên endamên malbata Şehnaz têkoşera Kurd Şehnaz dom kir. Her wiha pelgeya şehadetê ya Şehnaz hate xwendin. Di dawiya merasîmê hezaran kesî Cenazeyê tekoşera kurd Şehnaz spartin axê. 

QAMIŞLO